Jinên ciwan ên herêma Firatê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan  a li Herêmên Parastinê yên Medyayê  re nîşan da.

Jinên ciwan ên herêma Firatê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da
8 gulan, 2021   13:22
KOBANÊ

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê bi armanca piştevaniya bi berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê re li ber Keleha Kobanê kom bûn û daxuyaniyek da.

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Nîroz Bozan daxuyanî xwend û got: "Em Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê bi beşdarbûna tevahî endamên xwe li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê seferberiya giştî radighînin."

Nîroz diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrişên hovane şikandina îradeya gelê Kurd e û wiha domand: " Em diyar dikin ku em ê têkoşîn û berxwedana li hemberî faşîzmaya dewleta Tirk bidomînin, heta ku serkeftin bi dest bixin."

Nîroz Bozan destnîşan kir ku ciwan amade ne beşdarî şerê li hemberî dagirkeriya Tirk bibin û got: "Em dizanin ku hêza gelê me ya têkoşînê li hemberî faşîzmeya Tirkiyê heye û em teqez dikin ku heger were xwestin em amade ne beşdarî şer bibin."

ANHA