Malbatên gerîlayên HPG`ê: Êrişên dewleta Tirk ‘siyaseta qutkirina serî ji laş’ e

Malbatên şervanên HPG`ê yên li Şehbayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got "Ev êriş siyaseta qutkirina serî ji laş e û berdewama tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan e."

Malbatên gerîlayên HPG`ê: Êrişên dewleta Tirk ‘siyaseta qutkirina serî ji laş’ e
8 gulan, 2021   11:40
ŞEHBA

Bi dehan malbatên şervanên HPG`ê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê li baxçeyê navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek dan.

Daxuyanî bi du zimanan Kurdî û Erebî û ji aliyê Rîhanê Elo û Mihemed Xoce ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Armanca sereke ji êrişan qutkirina Avaşîn, Zap û Metîna ji Şengalê yê da ku parçebûnekê di nava xaka Kurdistanê de çêkin.

Ev siyaset berdewama siyaseta qirkirin, tunekirin, pişaftin û parçekirina gelê Kurd e da ku me ji xeta berxwedan û şehîdan dûr bixin. Her wiha siyaseta qutkirina serî ji laş a li dijî gelê azadîxwaz e.

Binpêkirinên li dijî xaka ku hatiye dagirkirin, hedefgirtina jinan, koçberkirina bi darê zorê, guhertina demografiyê bi taybet li Efrînê, qutkirina damarê jiyanê, bikaranîna avê li dijî bi milyonan kesan didome.

Em teqez dikin ku baweriya me bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, mezin e. Em berxwedana gerîlayan ya li çiyayên Kurdistanê ji bo çareseriya aştiyane ji gelan re û rizgarkirina mirovahiyê ji fikrên reş ên Erdogan û çeteyên wî, pîroz dikin.

Em bêdegniya hikumeta başûrê Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Em soz didin ku em ê têkoşîna xwe bilind bikin û em soza berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê li hemû eniyan didin da ku hemû xakên dagirkî ji faşîzma Osmaniyan û çeteyên wê yên wekî DAIŞ û komikên terorîst, rizgar bikin û edaletê li Rojhilata Navîn pêk bînin."

(bx)

ANHA