Washingtonê rewşa awarte ya têkildarî Sûriyê salek din dirêj kir

Waşingtonê rewşa awarte ya têkildarî Sûriyê salek din dirêj kir. Koşka Spî diyar kir ku tevger û kiryarên hikumeta Şamê yên bi alîkariya Rûsya û Îranê li ser ewlehiya neteweyî, siyaseta derve û aboriya DYE'yê xeter in.

Washingtonê rewşa awarte ya têkildarî Sûriyê salek din dirêj kir
7 gulan, 2021   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh serokê DYE'yê Joe Biden biryarnameya îmze kir, li gorî wê rewşa awarte ya nîştimanî ya têkildarî rewşa Sûriyê salek din hate dirêjkirin.

Koşka Spî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tevger û kiryarên hikumeta Şamê bi alîkariya Rûsya û Îranê, li ser ewlehiya neteweyî, siyaseta derve û aboriya DYA`yê xeteriyê çêdike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dirêjkirina rewşa awarte dê rê bide DYE'ê ku dest deyne ser milkên hejmarek kesayetên ser bi hikumeta Şamê ve û derfirotina hin kelûpelan asteng bike.

Hikuemta Amerîkayê di 11'ê Gulana 2004'an di serdema serokê berê George Bush de, di têkiliyên bi Şamê re rewşa awarte ragihandibû.

 (dx)