Siyasetmedarekî sûrî: Divê çeteyên Dîfaa El-Wetenî werin jihevxistin

Siyasetmedarê sûrî Îbrahîm El-Selac diyar kir ku jihevxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî bi awayekî yekser, çareseriya herî guncaw a rêgirtina li hemberî hewldanên têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye.

Siyasetmedarekî sûrî: Divê çeteyên Dîfaa El-Wetenî werin jihevxistin
7 gulan, 2021   06:57
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED MIHEMED

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 26`ê Nîsanê de çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî ya Qamişloyê derxistin.

Lê belê hebûna çeteyên Dîfaa El-Wetenî li gundên başûr û başûrê rojhilatê Qamişloyê gefeke rasteqîn li ser herêmê çêdike, ji ber ku li dijî sivîlan û li herêmên serweriya xwe bi rêya şaneyên xwe binpêkirina pêk tîne û hewl dide ewlehî û aramiyê têk bibe.

Di navbera herêmên Rêveberiya Xweser, herêmên serweriya çeteyên Dîfaa El-Wetenî û nuqteyên artêşa hikumeta Şamê de tenê çend metre hene.

Ji ber hebûna çeteyan li nêzî 74 gundên başûr û başûrê rojhilatê Qamişlo û li çargoşeya ewlehiyê, şênî ji tevlihevbûna rewşê li bajêr careke din, bi fikar in.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk Îbrahîm El-Selac têkildarî mijarê wiha got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên Dîfaa El-Wetenî qebûl nake. Ji bo guhertina rewşa li herêmê divê bikevin tevgerê û rê li hedefgirtina herêmê ya bi rêya siyasetên cuda bên girtin.

Bi taybetî şêniyên taxên başûrê Qamişlo û di serî de şêniyên taxên Hilko û Teyî metirsîdar in, ji ber ku di navbera wan taxan û herêmên serweriya wan çeteyan de mesafeyên pir kêm hene. Taxa Hilko li kêleka Mesakin û vîlayên ser bi balafirgehê ve hene, li başûrê taxa Teyî jî bajarokê Zinûd heye û di navbera wan de tenê rêya Hîzam a li başûrê bajêr heye.

Balafirgeh û vîlayên bi ser ve ên Qamişlo û bajarokê  Zinûd ê li başûrê taxa Teyî, nuqteyên leşkerî yên herî girîng in ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî û berpirsên saziyên ewlehiyê û artêşa hikumeta Şamê tê de bi cih dibin.

El-Selac dibîne ku jihevxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî bi awayekî yekser çareya herî guncaw a bidawîkirina xetereya çeteyan e. El-Selac wiha axaftina xwe dewam kir: "Gel wan qebûl nake û divê werin jihevxistin. Divê ew kom li hişê xwe vegerin û bikevin nava saziyên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser, piştî ku bên perwerdekirin dikarin di saziyên siyasî û fikirî de bên bicihkirin.”

El-Selac di dawiya axaftina xwe de bang li rûspiyên eşîrên herêmê kir û wiha got: “Divê eşîrên herêmê di eşkerekirina siyasetên ku gelek alî hewl didin bi rêya van koman pêk bînin de, roleke sereke bilîzin û armancên wan aliyan ên bi rêya van çeteyan û çawaniya bikaranîna çeteyên Dîfaa El-Wetenî ya derbekirina aramiya li herêmên Rêveberiya Xweser, eşkere bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qmj9xKejxYU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>