`Li gorî peymanên navneteweyî qutkirina avê sûc û binpêkirin e'

Parêzer Xalid Omer destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi qutkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê qanûnên navneteweyî û lihevkirina sala 1987`an a di navber her du welatn de bin pê dike. Her wiha teqez kir ku divê hikumeta Şamê li hemberî van sûcên domar ên dewleta Tirk helwestên cidî nîşan bide. 

`Li gorî peymanên navneteweyî qutkirina avê sûc û binpêkirin e'
7 gulan, 2021   04:07
QAMIŞLO-LÎLAV DÎWANÎ

Dewleta Tirk a dagirker ji 27`ê Çileyê ve ava çemê Firatê li paş bendavên xwe digire, di encamê de azarên bi milyon kes li Sûriyê didomin. Ji ber vê li Sûriyê asta çemê Firatê gelek kêm bûye û rûbara wê veguheriye çiravan ku ji ber wê herêm bi keraseteke mirovî û hawîrdor re rû bi rû maye.

/kr/uploads/files/2021/05/06/193311_dsc_0030.webp

Endamê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê parêzer Xalid Omer got: “Dewleta Tirk bi van kiryarên xwe qanûnên navneteweyî bin pê dike. Ev kiryar li dijî exlaqên şer û lihevkirinên Cinevê ye ku parastina sivîlan û mafên wan a rewa teqez dike. Her wiha lihevkirina di navbera her du hikumetên Şam û Enqereyê ya sala 1987`an bin pê dike ku li gorî wê divê Tirkiyê para Sûriyê û Iraqê ji ava çemê Firatê dabîn bike.”

Sala 1987`an hikumetên Şam û Enqereyê li ser çemê Firatê li hev kir ku dê para Sûriyê ji çemê 500 metre kab di her saniyekê de be.

Omer da xuyakirin ku desthilatên Tirkiyê bi zanabûn ava çemê Firatê li paş bendavên xwe digire û ev dê bibe sedema pirsgirêkên mirovî û hawîrdorê û wiha domand: “Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk şerê sar li dijî Sûriyê bi taybet li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne. Çeteyên wê jî bi zanabûn stasyona Elok nadin xebitandin ku ji bo Hesekê û navçeyên wê jêdera bingehîn a ava vexwarinê ye.“

Omer diyar kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê li ser asta navneteweyî lihevkirinek û piştgiriyek hebe da ku zextê li desthilatên Tirkiyê bê kirin ku di zûtirîn dem de bendên lihevkirina 1987`an pêk bîne.

`DIVÊ HIKUMETA ŞAMÊ DENGÊ XWE BIGIHÎNE QADÊN NAVNETEWEYÎ`

Omer teqez kir ku pêwîste hikumeta Şamê li hemberî binpêkirina lihevkirina 1987`an ji aliyê dewleta Tirk ve xwedê helwestên cidî be û li cem Neteweyên Yekbûyî (NY) gilî bike, da ku komîteyek bê avakiirn û rola navbeynkariyê bilîze da ku dewleta Tirk bendên lihevkirinê careke din pêk bîne.

Parêzer Xalid Omer di dawiyê de got: “Hikumeta Şamê bi bêdengiya xwe ya li hemberî vê yekê, îsbat dike ku ew piştgiriya Tirkiyê dike. Ev yek jî ji zihniyeta wê ya li hemberî rewşa heyî ne dûr e.”

Dirêjahiya çemê Firatê ji jêdera wê ya li Tirkiyê û dawiya wê li Şet El-Ereb li Iraqê derdora 2 hezar û 942 kîlometre ne. Dirêjahiya wê li Tirkiyê hezar û 176 kîlomtre ye û bi dirêjahiya 610 kîlometre di nava axa Sûriyê de û hezar û 150 kîlometre di Iraqê re derbas dibe. Firehiya wê di navbera 200 heta 2 hezar metre ye.

(şx)

ANHA