‘Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî ye, divê pê were itîrafkirin’

Endamê Komîteya Navendî ya El-Partî Ebas Hisên diyar kir ku Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî ye û got ev proje ya hemû gelên Sûriyê ye û divê civaka navneteweyî itîrafa siyasî pê bike û piştgiriya wê bike.

‘Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî ye, divê pê were itîrafkirin’
7 gulan, 2021   03:00
QAMIŞLO - RÊNAS REMO

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebas Hisên destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser di demekê de ku pêwîstiya herêmê bi xwerbiêxistkirinê hebû, hat avakirin.

Ebas Hisên diyar kir ku Rêveberiya Xweser parastina yekitiya axa Sûriyê kir, xwedî li projeyeke nîştimanî ya herî baş esas girt û karî bi rêya hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê, çeteyên DAIŞ'ê ku dewleta Tirk ew şandibûn bi bin bixe û planên wan ên dagirkirina Sûriyê, têk bibe.

Hisên teqez kir ku Rêveberiya Xweser roleke mezin û çalak di têkbirina DAIŞ'ê de lîst û divê civaka navneteweyî itîrafa siyasî pê bike û piştgiriya wê bike.

‘RÊVEBERIYA XWESER BEŞEK JI SÛRIYÊ YE’

Der barê hin aliyên ku hewl didin Rêveberiya Xweser reş bikin de jî, Ebas Hisên wiha got: “Dewleta Tirk û hêzên alîgirên wê û hin aliyên din hewl didin Rêveberiya Xweser wek projeyeke kurdî ya veqetandinê nîşan bidin, lê belê em wek partiya El-Partî teqez dikin ku Rêveberiya Xweser ji hemû gelên herêmê ye û beşek ji Sûriyê ye."

Hisên bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike da ku bibe nimûneya çareseriyê li Sûriyê, ji ber ku ew xizmeta hemû şêniyan dike.

‘PROJEYEKE NÎŞTIMANÎ YE’

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebas Hisên di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Rêveberiya Xweser bûye projeyeke siyasî, leşkerî, xizmetguzarî û civakî ya yerî baş, divê her kes li kêleka vê rêveberiyê bisekine û piştgiriya wê bike."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KYwqIVafTrU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>