QSD: Nûçeyên 'DAIŞ li girtîgeha Hesekê tevlihevî derxistin' ne rast in

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya QSD'ê, agahiyên têkildarî tevliheviyên nû ya çeteyên DAIŞ'ê li girtîgeha Hesekê derewandin û diyar kir ku tevgera ewlehiyê ya li derdora girtîgehê di çarçoveya tedbîrên pêwîst ên ji bo sererastkirina girtîgehê de tê.

QSD: Nûçeyên 'DAIŞ li girtîgeha Hesekê tevlihevî derxistin' ne rast in
6 gulan, 2021   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî têkildarî nûçeyên ku dibêjin çeteyên DAIŞ'ê li girtîgeha Hesekê tevlihevî derxistine, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Raporên rojnamevaniyê ku dibêjin DAIŞ'ê li girtîgeha Hesekê tevliheviyeke nû derxistine, ne rast in, belavûna hêzên ewlekariyê li derdora girtîgehê di çarçoveya tedbîrên pêwîst ên ji bo sererastkirina girtîgehê û restorekirina beşên wê de tê."

ANHA