`Divê Komkara Erebî li hemberî êrişên dewleta Tirk helwestekê nîşan bide`

Nivîskar û rojnamevanê lubnanî Xelîl El-Qadî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Sûriyê û Iraqê bi êrişên dagirkirinê bi nav kir û destnîşan kir ku êrişên ku di salvegera komkujiyên li dijî Ermenan de pêk tên xwezaya sûcdar a rejîma Tirkiyê ya li dijî gelan îsbat dike. El-Qadî bang li Komkera Erebî kir ku helwesteke cidî li hemberî van êrişan nîşan bide.

`Divê Komkara Erebî li hemberî êrişên dewleta Tirk helwestekê nîşan bide`
7 gulan, 2021   00:46
QAHÎRA-EMENÎ EZAM

Gelek siyasetmendar û rewşenbîrên Ereb li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş da, tê de banga lidarxistina civîneke awarte li Komkera Erebî kir. Di vî warî de nivîskar û rojnamevanê lubnanî û endamê Însiyatîfa Piştgiriya Azadiya Ocalan Xelîl El-Qadî ji ANHA`yê re axivî.

`ÊRIŞ XWEZAYA SÛDAR A REJÎMA TIRKIYÊ ÎSBAT DIKE`

El-Qadî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û got: “Dewleta Tirk di salvegera komkujiyên Ermenan de êriş kir, ev yek xwezaya wê ya sûdar a li dijî gelan îsbat dike.”

El-Qadî destnîşan kir ku rejîma Tirkbi van êrişan bersiva îtîrafkirina serokê Amerîkayê Joe Biden bi komkujiyên Ermenan da û diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan xwest peyamekê bide ku ev îtîrafkirin ji bo wê ne girîng e, ji ber wê bi awayekî hovane êrişî herêmê kir.

`DEWLETA TIRK DIXWAZE REWŞEKE DIN FERZ BIKE`

El-Qadî da xuyakirin ku êrişên dewleta Tirk çi li ser çiyayên Başûrê Kurdistanê yan jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek metirsiyan bi xwe re çêdike, jê ya herî girîng guhertina demografiya herêman e. El-Qadî got ev êriş li dijî serdestiya Iraq û Sûriyê ne û êrişên dagirkeriyê ne.

Der barê niyeta Tirkiyê ya avakirina baregeheke xwe li herêmên Başûrê de El-Qadî got: “Dewleta Tirk dixwaze rewşeke nû ferz bike û kursiyekî masaya aştiyê ya li Rojhilata Navîn ji xwe re bigire. Ji bo wê ne girîng e bi kijan rêbazê û bi kijan hincetê û çi bi rêya dagirkirinê yan jî destwerdanê vê yekê pêk bîne. Ew ji bingeh û hişmendiya pozbilindiyê û dagirkirinê vê yek dike. Ji bo ku armancên xwe pêk bîne, ew amade ye li ser astên siyasî û heta leşkerî bixebite. Heta ku di encamê de demografî û erdîngariya herêman hatin guhertin. Rûdanên ku pêk hatine, vê yekê îsbat dikin ku çi dibe bila bibe Tirkiyê amade ye her tiştî bike.”

El-Qadî îşaret bi daxuyaniya hikumeta Navendî ya Bexdayê kir û got: Hikumeta navendî ya Bexdayê daxuyaniyek da û tê de êrişa dewleta Tirk şermezar kir. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku bixebitin da ku van êrişan rawestîne, lê diviyabû helwesteke cidîtir nîşan bidaya.”

`QUTKIRINA AVA ÇEMÊ FIRATÊ, PÊKANÎNA KOMKUJIYAN LI DIJÎ ŞÊNIYAN E`

Rojnamevanê lubnanî Xelîl El-Qadî behsa qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve kir û got: “Dewleta Tirk komkuijiyek li dijî şêniyên herêmê pêk tîne. Ev yek li dijî tevahiya qanûnên navneteweyî çi di dema şer yan jî aştiyê de. Divê wijdana navneteweyî şiyar be da ku wan komkujiyên li dijî mirovahî û xwezayê bide rawestandin.”

`HELWESTEKE CIDÎ Û TUND TÊ XWESTIN`

El-Qadî teqez kir ku divê helwesteke cidî û tund li ser asta erebî bê nîşandan ku serdestî, mafa erebî û mafên gelan diparêze.

Têkildarî helwesta Komkara Erebî, El-Qadî diyar kir ku daxuyaniya kesayetên Kurd û Ereb tiştên ku divê Komkara Erebî pêk bîne, rave dike.

El-Qadî di dawiyê de got: “Divê Komkera Erebî bi lez civînekê li dar bixe da ku helwesteke giştî li hemberî zêdegaviyên siyasî û leşkerî yên dewleta Tirk nîşan bide. Ji ber ku ev zêdegavî li dijî serdestiya erebî ye. Bêdengî jî dê derfetê bide Tirkiyê ku êrişên xwe li ser axa Erebî zêde bike û mudaxeleya kar û barên erebî bike. Bi taybet ku dewleta Tirk bi awayekî hovane mudaxeleya Lîbyayê dike, ev jî aloziya Treblusa rojava zêde dike ku êdî ber bi çareseriyeke aştiyane ve diçe.”

(şx)

ANHA