Bi hezaran şêniyên Qamişloyê berxwedana gerîla silav kir û tecrîd şermezar kir

Ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bajar û navçeyên kantona Qamişloyê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.

6 gulan, 2021   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên PYD`ê û pankartên “Azadiya Rêbertî azadiya me ye”, “Berxwedana gerîla rûmeta me ye” rakirin.

DÊRIK

Xwepêşandana li Dêrikê ji Qada Azadî dest pê kir, di sûka navendî û kolanên bajêr re dewam kir. Li Çerxerêya Şehîdan a li sûka herêma Dêrikê xwepêşandan veguherî mîtîngê.

Li wir hevserokê PYD’ê şaxê Dêrikê Mihemed Ebdulrehman wiha axivî: “Bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, berdewama komploya 6`ê Gulana 1996`an a li dijî rêber Abdullah Ocalan li Şamê pêk hatiye ku dewleta Tirk wê demê xwestibû rêber Ocalan bikuje.”

Ebdulrehman destnîşan kir ku komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd hîna berdewam e û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parçeyên din ên Kurdistanê nîşaneya wê yekê ne.

QAMIŞLO

Li Qamişlo jî xwepêşdanê ji pêşiya Çerxerêya El-Xelîc dest pê kir û bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Xwepêşdan li Çerxerêya Cotkaran veguherî mîtîngê. Li wê derê endama Kongreya Star a Qamişloyê Menîce Heyder axivî û destpêkê tecrîda li ser rêber Abullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Armanca sereke ya tecrîdê tunekirina fikir û felsefeya rêber Ocalan e.”

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso jî destnîşan kir ku Erdogan bûye serokê terorê û gelê Kurd kiriye armanc û wiha domand: “Wekî ku pêşiyên Erdogan nikarîbûnê parastina împeratoriya herî mezin li cîhanê bikin, dê Erdogan çawa bikare Komara Tirkiyê biparêze. Ji ber ku siyaseta Erdogan dimeşîne ne dûrî siyaseta Osmaniyan e.”

AMÛDÊ

Xwepêşandan ji ber Qada Şehîd Cîhad a li navçeya Amûdê dest pê kir. Beşdaran di nava taxên navçeyê de meşiyan û li ber Parka Rêber Abdullah Ocalan rawestiyan. Li wir endamê rêveber ê navçeya Amûdê Sabir Amûdê axivî û tekez kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide Kurdan di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de qir bike.

Sabir tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku xwedîderketina gel ji fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan re rê li pêşiya tevahiya komployên li dijî gelê Kurd girt.

TIRBESPIYÊ

Xwepêşendana li Tirbespiyê ji ber avahiya Kongreya Star a li rojhilatê navçeyê dest pê kir û li nêzî Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li rojavayê navçeyê rawestî.

Li ber navenda ciwanan xwepêşandan rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de gelek axaftin hatin kirin. Bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Reşîd Yusif axivî û behsa siyasetên dewleta Tirk kir û got: “Dewleta Tirk li ser dagirkirina kêmneteweyên din ava bûye. Ola îslamê bi kar tîne û heta roja îro vê siyasetê dimeşîne.”

Endama Kongreya Star a navçeyê Leyla Ehmed axivî û diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li dijî hemû qanûnên navneteweyî ye û divê civaka navneteweyî berpirsyariyên xwe yên mirovî û qanûnî li hemberî siyaseta kirêt a Tirkiyê bi cih bîne.

Bi navê Meclisa Rûspiyan a kantona Qamişloyê endamê meclisê Hisên Sade axivî û da xuyakirin ku dewleta Tirk ji tecrîdê armanc dike, rêber Abdullah Ocalan ji gel dûr bixe.

TIL HEMÎS

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê li pêşiya avahiya Trafîkê kom bûn û li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Xwepêşendaran di meşê de, banga azadiya rêber Abdullah Ocalan kir û ji rêxistinên mirovî û hiqûqî xwest helwesteke cidî li hemberî rewşa rêber Abdullah Ocalan nîşan bidin.

Şênî li Qada Şehîdan a li naverasta navçeyê kom bûn. Paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ehmed El-Ebawî axivî û paşguhkirina rêxistinan rewşa rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha domand: “Divê rêxistinên mafên mirovan hesabê ji dewleta Tirk bixwazin. Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe gelên herêmê li ser biratiya gelan li hev kom kirin.”

Her wiha bi navê PYD`ê Belqîs El-Abdullah axivî û got: “Gelên herêmê di şoreşê de bi hezaran şehîd dan û ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan amade ne fedakariyên bêtir bidin.”

ÇILAXA

Şêniyên navçeya Çilaxa li Çerxerêya Şehîd Masûm kom bûn û dest bi xwepêşandanê kir. Xwepêşandêran dirûşmên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk berz kirin. Xwepêşandan li qada geracê veguherî mîtîngê.

Li wê derê, endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Kenan Hisên axivî û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan tê ferzkirin, şermezar kir û wiha got: “Dewleta Tirk hemû rengên îşkenceyê yên li dijî mafên mirovan der heqê rêber Abdullah Ocalan de pêk tîne û wî ji mafên sereke mehrûm dike.”

Endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Serûr El-Şetî jî daxuyand ku rêber Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherandiye pirtûkxaneyekê û navenda ramanên ji bo azadiya gelên herêmê.

TIL BIRAK

Xwepêşandan ji pêşiya Çerxerêya Firinê dest pê kir û ber bi Qada Şehîdan ve dewam kir. Beşdaran dirûşmên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê berz kirin. Xwepêşandan li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê Weid Elewî wiha axivî: “Rêber Ocalan yekane kes e ku azadiya xwe di oxira azadiya gelên bindest de, da. Bi saya rêber Ocalan me niha dikarin projeya neteweya demokratîk biparêzin. Li ser vî esasî divê em ji bo rêber Ocalan bibin mertal û parastina azadiya wî bikin.”

Xwepêşandan bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe, bijî berxwedana Îmraliyê, gel Ocalan dixwaze” bi dawî bûn.

(şx-cx)

ANHA