Li gundewarên Humisê DAIŞ`ê êrişî ‘Lîwa El-Quds’ kir

Çeteyên DAIŞ`ê li gundewarên rojhilatê Humisê êrişî “Lîwa El-Quds a Filistînê” ya alîgirê hikumeta Şamê û Rûsyayê kir. Di ecamê de 3 endamên koma navborî hatin kuştin, 12 jî birîndar bûn.

Li gundewarên Humisê DAIŞ`ê êrişî ‘Lîwa El-Quds’ kir
6 gulan, 2021   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku dema endamên Lîwa El-Quds a Filistînê” yên alîgirên hikumeta Şamê û Rûsyayê li çiyayê El-Emûr ê li rojhilatê El-Sexnê yê rojhilatê Humisê operasyonên lêgerîna li çeteyan pêk dianîn, ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve rastî êrişê hatine. SOHR`ê diyar kir ku di êrişê de 3 endamên Lîwaa El-Quds a Filistînê hatine kuştin, 12 jî birîndar bûne.

Beriya du rojan jî çeteyên DAIŞ`ê êrişî wesayîtên leşkerî yên hikumeta Şamê kiribûn, yên ku ji stasyona El-Kem a petrolê ya li çola rojhilatê Dêrazorê derdikevin. Di encamê de 2 endamên hêzên hikumetê hatibûn kuştin û hejmareke din birîndar bûbû.

(şx)