ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-05-2021
5 gulan, 2021   23:00

- Bijîşik Hikmet Ehmed hişyarî da ku heke rewş wisa bidome, dê keraseteke mirovî ji ber qirêjbûna çemê Firatê rû bide. Ehmed helwesta hikumeta Şamê û bêdengiya wê li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê ku Tirkiyê pêk tîne şermezar kir. Her wiha destnîşan kir ku rêjeya qirêjbûna çemê Firatê niha ji sedî 80`ê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên gundên rojavayî Kobanê yên li nêzî sînorên Bakurê Kurdistanê teqez kirin ku ew nahêlin dewleta Tirk axa wan dagir bike û bêdengiya hikumeta Şamê û Rûsyayê ya li hemberî sûcên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwaze xwe bigihîne Dihok, Zaxo û Mûsilê, her wiha dixwaze bigihêje Şengalê û got "Dê ev êriş bibe sedema berfirehkirina qada şer li Rojhilata Navîn." (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-şêniyên bajar û navçeyên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê saet di 10:00’an de meşekê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Komîteya Aborî ya Jinan a herêma Dêrikê hilberînên projeyên çandiniyê daxistin nava sûkan. Li aliyekî din berpirsa projeyê teqez kir ku pêkanîna mîna van projeyan dê pêwîstiya herêmê ji sebzeyên havînê peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endamê Desteya Rêveber a KNK`ê Ekrem Hiso got, hedefgirtina Herêmên Parastinê yên Medyayê gefeke yekser li dijî gelê Kurd û Kurdistanê ye û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi kirinên xwe hewl da ku aloziya xwe ya hundirîn derxe derve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Firatê Nîhad Ehmed got: "Dewleta Tirk bi rêya darizandina endamên HDP’ê di doza Kobanê de careke din îsbat kir ku ew piştevanê DAIŞ’ê ye, her wiha piştgiriya xwe bi girtiyên siyasî re nîşan da ku Kobanê bi we re ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Têkiliyên Giştî ya MSD’ê Xelîl Ebdo got Rêveberiya Xweser kapasîteya xwe îsbat kir ku ew ji bo bidawîkirina aloziya Sûriye projeyeke rasteqîn e, her wiha rêveberiyê gelek destkeftî di piranî aliyan de bi dest xistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku di ‘Doza Kobanê’ de divê esas AKP were darizandin, ji ber ku polîtîkayên wê yên têkildarî herêmê sûcên mezin bûn û got “Bûyerên li Kobanê pêk hatin, ne tenê têkildarî Kobanê bûn. Doza Kobanê, dozeke pîlot e, lewma jî hem berxwedana wê hem jî pêvajoya piştî wê, qonaxên girîng in.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Çeteyên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê di 74 gundên başûrê bajarê Qamişlo  û çargoşeya ewlehiyê ya li bajêr de bi cih bûne. Ev yek berdewama xeteriya wan tevî ku ji taxa Teyî  ku di bin serweriya wan de bû hatin biderxistin, nîşan dide.(BI WÊNE)

- Her sal di 6`ê Gulanê de gelên Sûriyê û Lubnanê darvekirina zêdetirî 20 rewşenbîran ji aliyê osmaniyan ve bi tawana plankirina şoreşeke erebî li dijî dagirkeriya Tirk di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi bîr tînin. Ruxmî derbasbûna zêdetirî 100 salî, lê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê û komkujiyên wê berdewam in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên navçeya Şedadê û gundewarên wê ji ber kêmbûna zêde ya ava vexwarinê gazincan dikin. Şaredariyê jî eşkere kir ku sedema wê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê av ji stasyona Elok ku çavkaniya sereke ya ava vexwarinê ye, qut kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA