Şandeyeke Amerîkayê bi hevserokên YNK`ê re civiya

Şandeyeke payebilind a Amerîkayê bi serokatiya Brett McGurk li Hewlêrê li gel hevserokên YNK’ê civiya. Di civînê de li ser rewşa ewlehî, şerê li dijî DAIŞ’ê, rewşa Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi giştî axivîn.

Şandeyeke Amerîkayê bi hevserokên YNK`ê re civiya
5 gulan, 2021   19:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke payebilind a Amerîkayê bi serokatiya berpirsê kar û barên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê yê Amerîkayê Brett McGurk li Hewlêrê li gel hevserokên YNK’ê Lahor Şêx Cengî û Bafil Talebanî civiya.

Piştî civînê ji aliyê hevserokatiya YNK’ê ve daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin, di civînê de wan li ser pêşhatiyên dawî yên siyasî, ewlehî û aborî yên li Iraq, Başûrê Kurdistan û herêmê axivîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şandeya Amerîkayê jî diyar kiriye wê Amerîka di warê ewlehî û aramiyê de piştgiriya bi Başûrê Kurdistan û Iraqê re berdewam bike.