Di salvegera 6`ê Gulanê de komkujiyên dewleta Tirk li Sûriyê dubare dibin

Her sal di 6`ê Gulanê de gelên Sûriyê û Lubnanê darvekirina zêdetirî 20 rewşenbîran ji aliyê osmaniyan ve bi tawana plankirina şoreşeke erebî li dijî dagirkeriya Tirk di Şerê Cîhanê ya Yekemîn de bi bîr tînin. Ruxmî derbasbûna zêdetirî 100 salî, lê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê û komkujiyên wê berdewam in.

Di salvegera 6`ê Gulanê de komkujiyên dewleta Tirk li Sûriyê dubare dibin
6 gulan, 2021   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Dîroka osmanî bi komkujiyên xwîndar ên li dijî gelên herêmê çi yên Ereb an jî Kurd an jî Ermen an jî Suryan an jî Yewnanî dagirtî ye. Lê ev dîrok heta niha berdewam e û dewleta Tirk li Sûriyê li ser şopa pêşiyên xwe komkujiyan pêk tîne.

Dewleta osmanî Welatên Şamê (Sûriyê, Lubnan û Iraqê) ji 1516`an ve heta bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn sala 1918`an dagir kirin.

Heta destpêka serdema 20`an sultan dewleta osmanî bi rêve dibirin. Piştre netewperestin tirk di sêrî de Partiya Yekitî û Pêşketin (Ittihad û Terakki Cemiyetî) sala 1908`an gihaşt desthilatdariyê. Pê re netew û zimanê tirkî li tevahiya kêmneteweyên din ku di bin dagirkeriya osmanî de bûn hat ferzkirin.

Bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekemîn re sala 1914`an, dewleta osmanî li dijî hevbendiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Rûsya, Fransa û Brîtanyayê bû hevalbendê Almanya û Împeratoriya Macarîstan-Awusturyayê. Wezîrê Hêzên Deryayî Cemal Başa wek fermandarê giştî yên hêzên Tirkiyê yên li Welatên Şamê hat erkdarkirin. Cemal Başa jî baç, leşkerkirin û zimanê Tirkî li herêmê ferz kir.

Ji ber ku dewleta osmanî biryarên Kongreya Parisê ya sala 1913`an pêk neanîn ku divê ereban tev li desthilatdariyê bike û ew xwedî rêveberiyeke xweser bin, her wiha ji ber gelek siyasetên wê yên şofanîst ên li dijî gelên herêmê û meşandina siyasetên tirkkirinê li ser çand û şaristiyan Welatên Şamê (Sûriyê, Lubnan û Iraqê), ev hemû bû sedem ku şoreşek li dijî wê li dar keve. Bi taybet di nava çînên rewşenbîran, siyasetmedaran û şêxan de ku banga derketina dagirkeriya osmanî kir.

Bi destpêkirina şoreşê re, dewleta osmanî siyasetên xwe yên dijberî gelên herêmê zêde kirin, di hewldanekê de da ku welêt kontrol bike. Ji ber wê siyasetên tirsandin û darvekirinê meşandin ku di encamê de gelek şoreşger, têkoşer, siyasetmedar û rewşenbîrên wan herêman hatin darvekirin.

Dema osmanî asta tengavkirina gel zêde kir, gel bi pêşengiya rewşenbîran û siyasetmedarên muxalif li dijî desthilata osmanî rabûn ser pêyan û hemleyên lidarxistina Şoreşa Erebî ya Mezin li dar xistin ku ji Hîjazê bi armanca bi dawîkirina desthilata osmaniyan dest pê kiribû.

Cemal Başa jî ji bo têkbirina şoreşê, rê û rêbazên cuda bikaranîn. Ji bo wê kesên ku tev li şoreşê bûne bi tawana ku endamên istixbarata Brîtanya, Fransayê ne girtin.

Di encamê de osmaniya asta çewisandin, kuştin û terorê li dijî rêveber, rewşenbîr û siyasetmedaran zêde kir û dest bi rêzedarvekirinên li dijî her kesê jê bi guman e, kir.

Li ser wê Cemal Başa li çiyayê Lubnanê di dadgeheke pêkenok de gelek rewşenbîr û kesên welatparêz ên ji Şam û Beyrûtê bi cezayê darvekirin ceza kir.

Ev ceza li ser du beşan pêk hat, yek di 21`ê Tebaxa 1915`an de û ya din di 6`ê Gulana 1916`an de bû ku hejmara herî zêde ya şoreşgeran di vê rojê de hatin darvekirin. Ev her du bûyer li Qada Burc a li Beyrûtê ku piştre bi navê Qada Şehîdan hat binavkirin û li Qada El-Mercê ya li Şamê pêk hatin.

Desthilatên osmanî ji bo ku sûcên Cemal Başa binuxmîne, ew ji Sûriyê veguhest û li şûna wî Cemal Başa El-Mêrsînî (Yê biçûk) erkdar kir.

Cemal Başa El-Sefah li bajarê Teblîsî sala 1922`yan ji hêla ermenkî bi navê Stêfan Zagikiyan ve di çarçoveya tevgereke fireh de ku bi navê “Operasyona Nîmsîs” de ku bi navê “Operasyona Ceza” tê naskirin, hat kuştin ku tola komkujiyên osmaniyan ên li dijî ermenan ên sala 1915`an hilîne. Ev operasyon li dijî hemû berpisên wan komkujiyan pêk hat ku zêdetirî milyonek û 500 hezar ermenî bûn qurbanî.

Gelê Sûriyê û Lubnanê li hemberî sûcên osmaniyan serî netewandin. Berovajî wê, sûcên ku dihatin kirin, hişt ku gel iqna bibe ku şoreş rêya tekane ya xilasiya ji dagirkeriya osmanî ye. Ji ber wê di 1916`an de Şoreşa Erebî ya Mezin li dar ket ku bû destpêka bidawîbûna dewleta osmanî ku herêm di dirêjahiya 4 serdeman de hikum kir. Piştî ku şoreş bi ser ket, Kongreya Nîştimanî ya Sûriyê sala 1920`an serxwebûna Sûriyê û Iraqê îlan kir.

`SÛCÊN DOMDAR`

Siyasetên tirkan di dagirkirina herêmên cîran û mudaxelekirina kar û barên wê de bi dawî nebûn, heta piştî tunekirina desthilata osmanî, li Sûriyê lê hîna siyasetên tirkirin, koçberkirin, kuştin û wêrankirinê pêk tîn.

Ji dema ku dewleta Tirk piştî li hevkirina bi Rûsyayê re dest bi dagirkirina axa Sûriyê kir yanî ji Tebaxa 2016`an ve û heta dagirkirina Cerablus, Bab û Ezazê siyasetên pêşiyên xwe yên osmanî domandin. Li herêmên dagirkirî komkujî pêk anîn, şêniyên resen dan koçberkirin û siyaseta tirkkirinê ferz kirin. Heta niha tu deneyên rast têkildarî hejmara sivîlan tune ye ku di êrişên dewleta Tirk de hatine kuştin û birîndar bûne.

Dagirkirin û komkujiyên li dijî sivîlan li wan herêman sînordar neman, di 20`ê Çileya 2018`an de dewleta Tirk a dagirker êrişî Efrînê kir û di 18`ê Adara heman salê de bajar dagir kir. Di dirêjahiya wan du mehan ji êrişan de 12 komkujî li dijî şêniyên Efrînê pêk anîn.

Dagirkeriya Tirk dema di Cotmeha 2019`an de êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir, siyasetên xwe yên kuştina sivîlan domandin.

Dewleta Tirk a dagirker di 13`ê Cotmeha 2019`an de karwana sivîlan kir hedef ku di encamê de 13 sivîl di nav de rojnamevan hebûn hatin kuştin û zêdetirî 70 kesên din jî birîndar bûn. Ev ji komkujiyên herî xwîndar ên dewleta Tirk a dagirker e. Her wiha di 12`ê Cotmeha 2019`an de çeteyên dewleta Tirk a dagiker sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser rêya M4 a di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de kuşt.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) di raporeke xwe de ku di Nîsana borî de hatiye belavkirin, bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Ezaz, Bab, Cerablus, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ve, rêzealoziyên mirovî, sûc û tevliheviya ewlehiyê li wan herêman pêk tên. Tu roj beyî sûcekê yan jî teqînekê derbas nabe.

SOHR`ê teqez kir ku li Efrînê her roj sûc li dijî şêniyên resen ên herêmê pêk tên ku naxwazin ji warên xwe koçber bibin. Her wiha koçberên ku xwe spartine herêmê jî ji wan binpêkirinan nafiltin.

Li gorî deneyên SOHR`ê ku di heman mehê de weşandiye, ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên bakurê Sûriyê zêdetirî hezar û 500 kes hatin kuştin di nav de 300 zarok, 150 jin û zêdetirî hezar mêr hene.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi armanca guhertina demografîk û nasnameya herêmên dagirkirî asta sûcên xwe li Efîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Serêkaniyê û Girê Spî zêde kir.

Bi rêya koçberkirina şêniyên resen, bi cihkirina bi hezaran çeteyan û malbatên wan bi taybet ên Turkmen li şûna wan, daliqandina alên Tirkiyê li ser saziyan û ferzkirina bikaranîna lîreyê Tirk, demografiya herêmên guhert.

Herî dawî, qaşo hikumeta demkî û meclisên girêdayî wê ragihandin ku ew amadekariya derxistina nasnameyên kesayetî dikin, ev yek li ser nasnameya sûrî gelek xeter e.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Sûriyê di vir de sînordar nema, lê belê bi rêya çeteyên xwe mudaxeleya Lîbya, Iraq û Ermenistanê kir û sûcên şer li dijî gelên wan pêk anîn.

`SIYASETA REJÎMA TIRK NEHAT GUHERTIN`

/kr/uploads/files/2021/05/05/185158_-.webp

Têkildarî mijarê, sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Pêşketinê ya Sûriyê Mistefa Qelecî got: “Sibe 6`ê Gulanê salvgera darvekirina rewşenbîrên sûrî ye ku bi `Roja Şehîdan` tê bi navkirin.”

Qelecî wiha domand: “Erê rast e siyasetên rejîma Tirk ji wê demê ve û heta niha nehatin guhertin. Rejîma Tirk hewl dide Mîsaqa Millî pêk bîne. Dixwaze Helebê bi dest bixe mîna ku di Mîsaqa Millî de li ser hatiye lihevkirin.”

Her wiha Qelecî diyar kir ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî siyasetên tirkkirinê dimeşîne. Ala xwe li ser tevahiya saziyan daliqandiye, lîreyê tirk li şêniyan ferz dike. Kehrebe û av dide herêm û heta dibistan û zanîngeh jî vekirine. Tirkiyê bi şirîkên xwe re dixwaze herêmên Sûriyê yên din mîna Eyn Îsa û derdora wê dagir bike. Divê timayên Tirkiyê yên di herêmên din de neyên jibîrkirin.”

Qelecî bang li aliyên Sûriyê kir ku li ser masaya diyaloga sûrî-sûrî rûnin, berjewendiyên nîştimanî di ser berjewendiyên dewletên ku mudaxeleya Sûriyê dikin re bigirin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Gelê Sûriyê dikarin welatê xwe vegerînin rêya rast.”

(şx)

ANHA