'Divê civaka navneteweyî zextê li dewleta Tirk bike'

Şêniyên Reqayê bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku ava Firatê berde.

'Divê civaka navneteweyî zextê li dewleta Tirk bike'
4 gulan, 2021   01:50
REQA-EHMED EL-ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê li ser Sûriyê qut kiriye, ji ber vê yekê para Sûriyê ya ji ava çem li gorî pîvanên ku di qada navneteweyî de li ser li hev kirine, pir kêm bûye, sedema vê yekê jî ew e ku dewleta Tirk bendav li ser avê ava kirine.

Sûcê dewleta Tirk ên têkildarî ava Firatê bi qanûnên navneteweyî re bi nakok in, nexasim peymanên 87`an a sedsala derbasbûyî û peymanên dualî ya di navbera Sûriyê û Iraqê de.

Dewleta Tirk avê wekî alavekê li dijî Sûriyê bi kar tîne û ya herî xetere jî ew e ku hewl dide avê wekî madeyeke bazirganiyê bi kar bîne ku ev jî li dijî qanûnên navneteweyî  ye.

Li gorî peymanên navneteweyî, divê  dewlet pêwîstiyên xwe yên ji avê werbigire û qedexeye ku Tirkiye zirarê bigihîne Sûriyê û Iraqê.

Şêniyên hewza Firatê  ku debara xwe bi çandiniyê dikin xwe dispêrin ava Firatê. Her wiha ava çemê Firatê kehrebê ji bendavên li ser çem dide herêmê. Lê di encamên qutkirina ava çem de ji aliyê dewleta Tirk ve ziyaneke mezin gihişt mewsimê çandiniyê. Domandina qutkirina avê hişyariya rûdana kareseteke mirovî, çandinî û jîngehî dide.

/kr/uploads/files/2021/05/03/194348_-..-1.webp

Şêniyê bi navê Mehmûd El-Bakendî yê ji gundewarê bakurê Reqayê sûcê dewleta Tirk ê qutkirina ava Firatê û bikaranîna avê wekî çek li dijî herêmê şermezar kir û got:"Dewleta Tirk ava Firatê bi buhaneya şerê li dijî terorê qut dike, lê di rastiyê de şêniyên herêmên Rêveberiya Xweser sûrî ne û ne terorîst in mîna ku Erdogan îdîa dike."

El-Bakindî bang li Komkara Erebî, NY`yê û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bikin û got: "Ji ber kiryarên ne mirovî yên dewleta Tirk herêm li pêşberî kareseteke rasteqîn e."

/kr/uploads/files/2021/05/03/194403_-.webp

Şêniyê bi navê Ebdulfetah El-Miftah bang li aliyên navneteweyî kir ku li dijî kiryarên dewleta Tirk bisekinin û ava çem berdin.

El-Miftahî diyar kir ku ji ber kêmbûna avê çem bûye mîna çiravekê û ava vexwarinê qirêj bûye, her wiha hejmarek mezin a masiyan telef bûn.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VqFyeqn4lr8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>