Îran: Em amade ne dan û standinê bi Erebistana Siûdî re bikin

Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku ew amade ye ku bi Erebistana Siûdî re bide û bistîne.

Îran: Em amade ne dan û standinê bi Erebistana Siûdî re bikin
3 gulan, 2021   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade roja duşemê diyar kir ku guhartina xîtaba Erebistana Siûdî li hemberî Îranê, dê rageşiyan kêm bike.

Mîrê Siûdiyê Mihemed bin Selman di hevdîtineke ku dezgehên çapemeniyê yên fermî di 27'ê Nîsanê weşandibû de, piştrast kiribû ku Siûdiyê hewl dide têkiliyên baş bi Îranê re çêke, lê belê hin nakokî di navbera wan de hene û Siûdiyê bi hevkarên xwe re dixebite da ku çareser bike.

(dm)