Şêniyên Girkê Legê û Til Koçer şehîd Fehid Mihemed oxir kir

Şêniyên navçeya Girkê Legê û Til Koçer şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fehid Hemad El-Mihemed li goristana şehîdan a navçeya Til Koçerê oxir kir.

Şêniyên Girkê Legê û Til Koçer şehîd Fehid Mihemed oxir kir
3 gulan, 2021   10:52
QAMIŞLO

Şêniyên navçeyên Girkê Legê û Til Koçer, her wiha endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîma oxirkirina endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn, Fehid Hemad El-Mihemed ku li ser rêya bajarokê Til Koçer ji aliyê şaneyeke terorîst ve hatibû şehîdxistin, bûn.

Merasîma oxirkirinê bi turaneke leşkerî ji aliyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pê kir. Piştre bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nasir El-Celûd axivî û sersaxî ji malbata şehîd Fehid û tevahî malbatên şehîdên azadiyê re xwest û got: "Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Til Koçerê soz didin hevalê xwe Fehid El-Mihemed ku tola wî hilînin û em ê armancên şehîdên xwe pêk bînin, ji ber ku wan ji bo azadî, rûmet û parastina gelan têkoşîn dikirin.”

/ar/uploads/files/2021/05/03/093134_2021-5-3-girke-meresime-sehid-28329.webp

Her wiha li ser navê malbata şehîd, pismamê şehîd Rakan El-Sifok axivî û spasiya hemû kesên ku beşdarî merasîmê bûne, kir û soza berdewamkirina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan bawernameya şehadetê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Di dawiya merasîmê de, şehîd bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hate oxirkirin.

(dx)

ANHA