Li Reqayê di Remezanê de 3 xwaringehên alîkariyê ji malbatên hewcedar re hatin vekirin

Şêniyên Reqayê di meha Remezanê de bi rêya 3 xwaringehan, fitarê ji malbatên hewcedar re pêşkêş dikin.

Li Reqayê di Remezanê de 3 xwaringehên alîkariyê ji malbatên hewcedar re hatin vekirin
29 nîsan, 2021   05:58
REQA - RUBA EL-ELÎ

Gelek şêniyên Reqayê yên dewlemend projeya pêşkêşkirina xwarina fitarê di meha Remezanê de vekir. Di projeyê de 3 xwaringehên xêrxwaziyê bi navên Xwaringeha Nûr a Xêrxwaziyê, Xwaringeha Bab Bexdad û Xwaringeha El-Ferdos rojane xwarinê ji 300 malbatan re bê pere pêşkêş dikin.

Ev xwaringeh bi însiyastîfên xweser ji aliyê şêniyên bajêr ve hatin vekirin. Ev 2 sal e ev proje li dar e û di dirêjahiya meha Remezanê de xwarinê ji xizanan re pêşkêş dikin bi taybet ji jinên bî re.

Di xwaringehê de 15 jin bi dilxwazî û bê pere kar dikin. Ji saet 9’ê sibehê dest bi karê xwe dikin û heta 12’an dixebitin. Ji bo wan, xizan û jinên bî girîng in.

Têkildarî mekanîzmaya xebatên Xwaringeha El-Nûr jina bi navê Zekiye Mihemed El-Salim ku bi dilxwazî tev li vê xebatê bûye, got: “Em hewl didin xwarinê ji zarokên sêwî re peyda bikin û alîkariya jinên bî bikin. Em rojane alîkariyan belav dikin û gelek xwarinê çêdikin da ku di meha Remezanê de li malbatên xizan belav bikin.”

Jina bi navê Hind Hisên El-Eqle ku bi dilxwazî di Xwaringeha El-Ferdos kar dike got: “Beriya du salan wek tecrube me mitbex vekir. Piştî ku bi ser ket, projeya me berdewam kir û roj bi roj mezintir bû û hejmara şirîkên wê zêde bû. Em ê alîkariyên zêdetir belav bikin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gd-82Sk8siY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>