Gerînendetiya Avê: Divê stasyona Elok ji bin kontrola dewleta Tirk derkeve

Hevserokê berê yê Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê Nîdal Mehmûd bang li NY’yê kir ku stasyona Elok ji bin destê dewleta Tirk bê derxe ku ava vexwarinê wek rêbazeke şantajê ya siyasî bi kar tîne.

Gerînendetiya Avê: Divê stasyona Elok ji bin kontrola dewleta Tirk derkeve
29 nîsan, 2021   06:05
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk û çeteyên wê careke din bi zanabûn ava vexwarinê bi ser bajarê Hesekê û gundewarê wê de birî, piştî ku kehrebeya stasyonê dizîn.

Stasyona Elok ji bo bajarê Hesekê, navçeya Til Temirê û herêmên başûrê Hesekê mîna Hol, Erîşe, Şedadê û Mergedeyê, kampên li herêmê mîna Kampa Erîşe, Hol, Waşûkanî û Serêkaniyê gelek girîng e.

Heta niha ruxmî ku ev demeke dirêj e ku av li ser Hesekê û gundewarên wê hatiye birîn, NY’yê û heta hêza garantor Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bê deng in. Her wiha heta vê kêliyê tu însiyatîf ji bo careke din xebitandina stasyonê û gihandina avê ji bajêr re, nehatiye pêşkêşkirin.

Girêdayî mijarê hevserokê berê yê Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Nîdal Mehmûd got: "Di bin hincetên cuda de, tê xebitanin û tê rawestandin. Divê ev stasyon her tim xebitandî bimîne. Nabe ku bikeve nava lîstokên siyasî yên deweta Tirk. Divê ev stasyon ji aliyê şêniyên Hesekê ve were xebitandin."

Mehmûd di berdewama gotinên xwe de pirsî: “Gelo çi karê dewleta Tirk û çeteyên wê bi stasyonê heye? Bila jê derkevin.”

Ji bo xebitandina stasyona Elok û çareserkirina pirsgirêka qutbûna avê ku dê bibe sedema karesateke mirovî li gel belavbûna vîrusa koronayê, Gerînendetiya Avê ya Hesekê gelek civîn bi Xaça Sor a Navneteweyî, UNICEF û NY`yê re li dar xistine.

Mehmûd diyar kir ku rêxistinên navneteweyî mijarên teknîkî nîqaş dikin, lê mijarên mirovî nîqaş nakin û wiha domand: “Mijarên mîna kehrebeyê û berdewamkirina xebitandina stasyonê nîqaş dikin lê mijarn mirovî yên cewherî nîqaş nakin. Mixabin karê rêxistinên mirovî bi mijarên teknîkî çi ye, çer ku stasyon nayê xebitandin. Rêveberiya Xweser bi warê teknîkî re mijul dibe. Lê dewleta Tirk stasyonê li ser asta siyasî bi kar tîne.”

Mehmûd di dawiyê de bang li hemû rêxistinan û NY’yê kir ku bi biryareke fermî ji aliyê NY`ê ve ji nakokiyê dûr bixin û ev yek teqez kir: “Ji ber ku hikumeta Şamê endameke NY`yê ya divê di vî warî de tev bigere û ji bo şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker ji ber qutkirina ava stasyona Elok li ser Hesekê, cidî be.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Vb646HJhSKs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>