​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan li aqûbeta endamê xwe yê li gel PDK`ê girtiye, pirsî

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Dêrikê banga eşkerekirina çarenûsa kesayeta welatparêz bavê şehîd Xabûr Nayif Elî Hesen kir ku ji 21`ê Nîsanê ve ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatiye girtin.

​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan li aqûbeta endamê xwe yê li gel PDK`ê girtiye, pirsî
27 nîsan, 2021   14:03
QAMIŞLO

Asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) welatiyê bi navê Nayif Elî Hesen dema ji Başûrê Kurdistanê vedigeriya Rojava li dergehê Pêşxabûr bi tawana ku zarokên wî alîgirên Rêveberiya Xweser in û bavê şehîdekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ye, girt.

Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Dêrikê li Çerxerêya Şehîdan a Dêrikê kom bûn û bi daxuyaniyekê kirinên PDK`ê şermezar kirin. Endamê meclisê Mehmûd Resûl daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye: "Ji destpêka serhildana gel a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, gelê me bêyî terdud berdêlên mezin dan. Ji bo pêkanîna hêviyên xwe û armancên xwe, serkeftinê û ji bo ku dîwarê koletiyê bişikînin û pergalên stemker tune bikin deng û rengê şoreşê bersivandin.”

Ji malbatên welatparêz ku ji bo azadiya gelê Kurd berdêl dane malbata Nayif Elî Hesen bavê şehîd Xabûr e ku sala 1968`an li gundê Bane Şikeftê yê herêma Dêrikê ji dayîk bûye. Di oxira rizgarkirina Kurdistanê û pêkanîna yekitiyê de, 3 şehîd dane.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin: "Di demên dawîn de di 1`ê Nîsanê de Nayif Elî Hesen bi kaxezên fermî serdana Başûrê Kurdistanê kir û derbasî herêma Başûrê Kurdistanê bû. Piştî demeke kurt hewl da vegere Rojava. Lê di rêya vegerê de li dergeha Pêşxabûr a girêdayî hikumeta Hewlerê ji aliyê Asayîşa PDK`ê ve bi tawana ku alîgirên Rêveberiya Xweser e û kurê wî şehîd e, hat girtin."

Paşê ber bi cihekî ne diyar ve hate birin û çarenûsa wî ne diyar e. Em teqez dikin ku em der barê rewşa Nayif Elî Hesen de bi fikar in û girtina wî şermezar dikin. Em bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku di zûtirîn dem de çarenûsa wî diyar bikin.

Em weke malbatên şehîdan tu carî ji bo girtina bavê şehîd Xabûr nasekinin."

(bx)

ANHA