Rojnameyên erebî: Hebûna Tirkiyê li Lîbyayê pêşxistina têkiliyên bi Misirê re asteng dike

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Îranê, nêzkatiyên misrî– tirkî, her wiha hilbijartinên Filîstînê kir.

Rojnameyên erebî: Hebûna Tirkiyê li Lîbyayê pêşxistina têkiliyên bi Misirê re asteng dike
27 nîsan, 2021   06:56
NAVENDA NÛÇEYAN

ZERÎF XETA SOR DEBRAS KIR, BANGA HESABXWESTINÊ JI WÎ

Têkildarî rewşa Îranê rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Duh li Îranê xwestekên ji bo hesabxwestina ji Wezîrê Karên Derve Mihemed Cewad Zerîf ji ber hevdîtineke wî ku hatiye belavkirin, têde rexneyên giran li çalakiyên Pasdarên Îranê û fermandarê payebilind Qasim Suleymanî ku di encama derbeyeke Amerîkî li Bexdayê hate kuştin, dike.

Rexne bi pey Zerîf heta Bexdayê ket ku duh bi awayekî fermî gihaşt wê derê. Zerîf hewl da qerebalixê paşguh bike û tenê îşaret bi Suleymanî kir û got ew lehengê şerê li dijî DAIŞ`ê bû.

Berdevkê Wezareta Karên Derve Seîd Xetîb Zadeh got hevdîtin veşartî bû û wiha axivî: "Em nizanin kî belav kiriye û çima belav kiriye.?

HEVKARIYA QAHÎRA BI ENQERE RE LI LÎBYÎYAÊ LI BENDA VEKIŞANDINA ÇETEYAN E

Girêdayî nîzîkatiyên misirî – tirkî rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsî: "Li gorî hin aliyên diplomatîk ên misirî ku Israra Tirkiyê li ser parastina hebûna wê ya leşkerî ya yekser li Lîbyayê dibe ku xebatên hevkariya pêşerojê di navbera her du aliyan de li ser vê qadê asteng bike."

Berdevkê serokatiya Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di demeke berê de gotibû diyalogên ku dê di navbera Tirkiyê û Misrê de di hefteya pêşde çêbibin dibe ku bi xwe re hevkariyeke nû di navbera her du hêzên herêmî yên dûr de bîne û alîkariya xebatên ji bo bidawîkirina şerê li Lîbyayê, bike.

HILBIJARTIN DI GULANÊ DE TUNE NE.. GELÊ FILÎSTÎNÊ ROJA PÊNŞEMÊ LI HÊVIYA GOTINA DAWÎ NE

Di çarçoveya hilbijartinên Filîstînê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Çavkaniyên Filîstînê ji El-Beyan re got hilbijartin hatin paşdexistin. Biryara paşdexistina wê ji aliyê rêveberiya Filîstînê hate girtin lê divê gelê Filistînê roja Pênşemê li hêviyê bin ku bi awayekî fermî werin paşdexistin.

Li gorî çavkaniyên ku navê xwe eşkere nekir, hikûmeta Filîstînê agahî daye hin aliyên navneteweyî ku ew ê hilbijartinan heta demeke ne diyar paşde bixin û destnîşan kir ku roja Pênşemê dê daxuayniyeke fermî der barê paşdexistinê de were dayîn.

(bx)