Agirbesta li Qamişloyê heta sibe hate dirêjkirin

Li gorî însiyatîfa QSD’ê ya agirbestê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn agirbesta mirovî heta saet 10:00’an sibe dirêj kir.

Agirbesta li Qamişloyê heta sibe hate dirêjkirin
24 nîsan, 2021   16:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyan ku agahiyên xwe dispêrin fermandarên meydanî yên li taxa Teyî, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê agirbesta ku ji şeva berê ve hatibû destpêkirin, dirêj kir.

Heman çavkanî destnîşan kir ku dê agirbesta nû heta sibe saet 10:00’an dirêj bike. Ew jî li gorî danûstandinên sêalî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hikumeta Şamê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê ya bi navbeynkariya QSD’ê, pêk hat.

Çavkaniyan ji hundirê taxa Teyî da zanîn ku fermandarên meydanî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji endamên xwe yên li eniyê şer re eşkere kir ku agirbest heta sibe hatiye dirêjkirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Xsbz4fuhLIw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>