Biden ji bo bûyerên 1915’an got ‘qirkirine’

Serokê DYA’yê Joe Biden, ji bo bûyerên di sala 1915’an rû dan de, got “Qirkirin e."

Biden ji bo bûyerên 1915’an got ‘qirkirine’
24 nîsan, 2021   16:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden, di daxuyaniya bi boneya salvegera bûyerên sala 1915’an weşand de, gotina “Qirkirin” bi kar anî. Biden, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, du caran peyva “Qirkirinê” bi kar anî.

Her du baskên Kongreya DYA’yê, di sala 2019’an de, biryarên naskirina qirkirina sala 1915’an qebûl kiribûn. Herî dawî ji her du partiyan, ji 100 zêdetir endaman ji Biden re nameyek şandibûn û jê xwestibûn ku di 24’ê Nîsanê de, Komkujiya Ermeniyan nas bike.

Naskirina Komkujiya Ermeniyan, yek ji soza hilbijartinê yên Biden û Alîkara Serok Kamala Harrîs bû.