Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12 kesên din ji ber vîrusa koronayê mirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ragihand ku 12 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid -19) mirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12 kesên din ji ber vîrusa koronayê mirin
24 nîsan, 2021   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine; 3 mêr ji Qamişlo, 3 mêr ji Dêrazorê û 2 mêr ji Dêrikê, 2 jin ji Hesekê, jinek ji Dêrazorê û  jinek ji Minbicê.

Mistefa da zanîn ku wan 103 kesên din ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa Koronayê ketine, tomar kirine, jê 48 mêr in û 55 jin in û li van herêman in:

Hesekê 19

Qamişlo 15

Dêrik 14

Amûdê  5

Girkê Legê 4

Çilaxa 1

Til Temir 1

Dêrazor  20

Kampa Roj 16

Kampa Hol  8

Mistefa eşkere kir ku 7 kesên ku bi vîrusê ketibûn, beş bûn.

Tevî hejmara nû ya pêketiyên vîrusa Koronayê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryê 14 hezar û 925 kes bi vîrusê ketine, jê 507 mirin , hezar û 513 baş bûne.

(fr)

ANHA