‛Dewleta Tirk li ser komkujî û xwîna ermenan hate damezirandin’

Meclisa Civaka Ermenî û Hêzên Leşkerî yên Ermenî  têkildarî komkujiyên ku Osmaniyan pêk anîne  got, dewleta Tirk xwe li ser xwîna şêniyên wan damezirand û niha hewl dide ji nû ve dîroka mezinên xwe yên Osmanî zindî bike.

‛Dewleta Tirk li ser komkujî û xwîna ermenan hate damezirandin’
24 nîsan, 2021   15:29
HESEKÊ

Bi boneya salvegera 106'an a komkujiyên dewleta Osmanî yên li dijî Ermen û Suryan çalakiyek gundê Til Goran ê Til Temirê hate lidarxistin. Bi dehan malbatên ermenî, endamên saziyên sivîl, Meclisa Zêrevanên Xabûr a Asurî û tabûra Şehîd Nûbar Ozaniyan a Ermen a girêdayî QSD’ê di çalakiyê de amade bûn. Li cihê çalakiyê wêneyên ku balê dikişîne ser komkujiyên Osmaniyan ên li dijî ermenan hatin daliqandin. Beşdaran tedbîrên xweparastinê  ji vîrusa Koronayê hate girtin.

/ar/uploads/files/2021/04/24/125810_hesek-biranin-28129.webp

Çalakî bi torana leşkerî ya Tabûra Şehîd Nûbar Ozaniyan dest pê kir. Piştre fermandarê Tabûra Nûbar Ozaniyan Manuel Demir axivî û wiha got: "Dibe ku ev dîrok ji bo hin kesan normal be, lê belê  ji bo gelê Ermen pir bi wate ye. Beriya 106 salan Osmaniyan li pêşiya çavê tevahî cîhanê hovanetirîn komkujî li dijî gelê Ermen pêk anîn ku di encamê de zêdetirî milyonek û nîv mirov bûn qurban, li gel wê jî gelek hatin girtin û piranî zanyar û ronakbîrên ermenî hatin qetilkirin û li dijî zarok û jinan sûc hatin pêkanîn."

/ar/uploads/files/2021/04/24/125754_manwyl-28kbyr29.webp

Manuel Demir  bi domdarî diyar kir ku armanca Osmaniyan ji vê komkujiyê hêviyên ermeniyan têk bibin û împratoriya xwe ava bikin û got: "Heke em li dîrokê vegerin, em ê bibînin ku dewleta Tirk xwe li ser pêkanîna komkujiyan û rihandina xwîna gelan ava kiriye."

Demir da zanîn ku dewletga Tirk hewl dide bi rêya destwerdanên li herêmî û nakokiyên xwe yên li Rojhilata Navîn û hedefgirtina tevahî pêkhateyan ji nû ve komkujiyan pêk bîne. Her wiha got, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên wan ên şoreşgerî li hember fikirê Osmanî û dijminatiya wê ya ji gelên herêmê re sekinî.

Demir wiha gotina xwe berdewam kir: "Em ermeniyên li Sûriyê, me Tabûra Şehîd Nûbar Ozaniyan wek hêzeke leşkerî ava kiriye, armanc jê jî li hember destwerdanan bisekinin û li rex tevahî pêkhateyên herêmê di bin banê biratiya gelan de bin."

Piştî wê beşdar derbasî dêra li gund bûn ku mûman pêxin û deqeyeke rêz girtin. Dûvre Meclisa Civaka Ermen bi 3 zimanan daxuyaniyek da, bi zimanê ermenî endama Meclisê Arşo Berberiyan, bi zimanê kurdî endama bi navê Emîne Teteriyan û bi zimanê erebî endamê bi nave Îmad Teteriyan xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em destpêkê komkujiyên li dijî gelê Ermen ku 106 sal di ser re derbas bûne û hîna jî bandorên wê di mejî û dilê her ermeniyekê/î de kolayî ye, bi bîr tînin. Dîsa Nîsaneke nû vegerî û hîna jî cilê reş bi xwîna ermaniyan e. Tevî ku 106 sal di ser azar û komkujiyan re derbas bûne, hîna jî xwîn ji birînan diherike û dengê birîndaran ên ku di navber mirin û jiyanê de ne, li her deverê tê bihîstin û hîna jî hestiyên şehîdên me li çolê çîrokên xwe ji me re vedibêjin.

Piraniya me komkujiya ku li dijî ermeniyan pêk hatiye bi komkujiya yekemîn a di sedsala 20’an de dizanin. Êş û azarên wê li pêş çavên tevahî gelên cîhanê û dewletên mezin pêk hatine û bê deng bûn. Merheyela qirkirin û komkujiyê li ser du merheleyan pêk hat, ew jî piştî ku sultanê faşîst Abdulhemîd dewleta Tirk serwer kir û piştre serweriya xwe li tevahî împratoriya Osmanî ya zulmker çêkir, pêk hat.

Di merheleya yekê ya komkujiyê de, tevahî xortên gihîştî hatin komkirin û bi awayekî komî hatin qetilkirin, piştre zanyar û ronakbîrên ermenî hatin komkirin li qadan li pêş çavên tevahiyan hatin înfazkirin. Di wê demê de 250 zanyar û ronakbîr hatin bidarvekirin. Lê ji wan e ku bi qetilkirina ciwanên zanyar dê bikaribin neteweya Ermen têk bibin.

/ar/uploads/files/2021/04/24/125735_amad-28kbyr29.webp

Têkildarî merheleya duyemîn jî, piştî gelek mêr û xort hatin qetilkirin, jin, zarok û mezinan neçar kirin ku ji koçber bibin.

Em bang li civaka navneteweyî û rêxistina mafên mirovan dikin ku dosyaya qirkirna ermeniyan vekin û dewleta Tirk a faşîst li ser kiryar û sûcên wê yên li dijî gel û mirovahiyê muhasebe bikin."

Bîranîna komkujiyan bi diruşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

Ji du rojan ve, dezgehên çapemeniyê yên Amerîkayê ragihand ku serokê Amerîkaym Jeo Biden amade ye bi komkujiyan li dijî ermenan îtîraf bike. Tê payîn ku îtîrafkirin îro ku salvegera 106’an a komkujiyan e pêk were. Bi wê re dê nakokî di navbera dewleta Tirk ku hevalbenda NATO’yê ye zêde bibin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vdrlSt0pH8Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>