Cendermeyên dewleta Tirk ciwanek ji Reqayê bi awayekî hovane qetil kir

SOHR got, cendermeyên dewleta Tirk ciwanek ji Reqayê bi awayekî hovane qetil kir.

Cendermeyên dewleta Tirk ciwanek ji Reqayê bi awayekî hovane qetil kir
22 nîsan, 2021   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got, ciwanek ji Reqayê ji 17'ê Nîsanê ve dema hewl da ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî sînor derbas bike windayê bû. Li gorî SOHR eşkere kir ciwan ji aliyê cendereyên dewleta Tirk ve hate girtin.

SOHR got, ciwan bi awayekî hovane ji aliyê cendermeyan ve hate îşkencekirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

SOHR, li ser zimanê bijîşkekî edlî ji bajarê Girê Spî got, ciwan bi alaveke tûj lêdan xwar û şopên îşkenceyê li ser laşê wî xuya ne.

Li gorî rapora SOHR ya 20'ê Nîsanê, ciwanek ji gundê Bizabor ê çiyayê Zawiyê dema ku hewl dide ji aliyê  Idlibê ve sînorê Tirkiyê derbas bike, bi guleyên leşkerên Tirk şehîd bû.

Di raporeke din a SOHR de tê gotin, ciwanekî din ji herêma Babê, ku hewl da ji gundewarê Helebê derbasî Tirkiyê bibe, ji aliyê cendermeyên Tirk ve yên li ser sînor hate qetilkirin.

Bi vê yekê ji destpêka 2021'an ve, hejmara sivîlên ku bi guleyên leşkerên Tirk ên li ser sînor hatine kuştin bû 10 di nav de 3 zarok hene.

Li gorî belgeyên SOHR, ji destpêka şoreşa Sûriyê ve bi giştî 170 sivîl, di nav de 86 zarok û 44 jin ji aliyê cendermeyên Tirk ve hatin qetilkirin.

ANHA