Şandeyek Îsraîlê ji bo nîqaşkirina dosya Îranê wê biçe Washingtonê

Çavkaniyekî amerîkî ragihand ku şandeyeke payebilind ji Til Evîvê, dê di nava du hefteyan de biçe Washingtonê, da ku der barê dosya Îranê de dan û standinan pêk bîne.

Şandeyek Îsraîlê ji bo nîqaşkirina dosya Îranê wê biçe Washingtonê
19 nîsan, 2021   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera AXIOS a amerîkî ragihand ku Îsraîl der barê vegera Washingtonê li lihevkirina nukleerî de, bi fikar e û bi hemû şêwazan hewl dide ku serokê Amerîkayê Joe Biden zextên li ser Tehranê kêm neke.

Malperê li ser zimanê berpirsekî Îsraîlê ragihand ku şandeyek payebilind di nava du hefteyan de, dê biçe Washingtonê da ku nîqaşan der barê Îranê de bike. Şande ji Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Meir Bin Shabat, Serokerkanê Artêşê Aviv Kochavi, Serokê Istixbaratên Leşkerî Tamir Hayman û serokê Mûsad Yossi Cohen pêk tê.

Her wiha çavkaniyekî îsraîlî ji toreya El-Erebiye re eşkere kir ku Til Evîv êdî nikare bandorê li biryara Amerîkayê bike.

)bx)