Serokê Saziya Olî ya Minbicê: Dewleta Tirk bi navê îslamê dagirkeriya xwe berfireh dike

Serokê Saziya Olî ya Minbicê Elî El-Cemîlî got îslam ola aştî, hezkirin û biratiyê ye, lê dewleta Tirk îslamê wek alavekê bi kar tîne da ku herêmên dagirkirina xwe berfireh bike.

Serokê Saziya Olî ya Minbicê: Dewleta Tirk bi navê îslamê dagirkeriya xwe berfireh dike
18 nîsan, 2021   23:41
MINBIC – SELWA ABDULLREHMAN

Sûcên dewleta Tirk ji koçberkirina niştecihan, kuştina wan, topbarana li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, polîtîkayên wê eşkere dikin ku dixwaze pê raya giştî bixapîne.

Têkildarî mijarê serokê Saziya Olî ya Minbic û Gundewarê Eê Elî El-Cemîlî got dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên gel tê de heye topbaran dikin û komkujiyan pêk tînin û bi vê yekê hemû pîvan, exlaqê îslamî û mirovî binpê dikin.

Elî El-Cemîlî destnîşan kir ku topbaran hê jî didome, ev yek jî li ser hesabê xak û gelê wan tê kirin da ku desthilata xwe berfireh bikin, herêmê bixin bin serweriya xwe û xêr û bêrên welêt bi hinceta îslamê talan bikin.

Elî El-Cemîlî wiha domand: "Niha di meha Remezana pîroz de Erdogan û çeteyên wî topbaranê dikin, dikujin, sivîlên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî direvînin. Fikirên Osmaniyan dimeşînin da ku Dewleta Osmanî ku Rojhilata Navîn di nava 400 salî de parçe kir, ji nû ve vejînin."

El-Cemîlî tekez kir ku dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe dixwaze serweriya xwe li ser herêmê ferz bike. El-Cemîlî got: "Heger ew çete girîngiyê didin rewşên welatê xwe Sûriyê, kî ew şandin Lîbyayê û dewletên din ku dewleta Tirk dixwaze wan keysbaz bike û zengîniya wan talan bike."

Elî El-Cemîlî di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ew kes bûne terorîst û destê wan di rijandina xwînê de heye. Di demên dawîn de û di destpêka meha Remezana pîroz de çeteyan li herêmên dagirkirî kiryarên qirêjî li dijî şêniyan pêk anîn. Rojî li ser wan ferz kir, bi taybet li ser civaka êzidî li Efrînê bi hinceta pêkanîna îslamê li herêmê."

Di dawiyê de Elî El-Cemilî bang li rêxistinên mirovî, hiqûqî û civaka navneteweyî kir ku sûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî bisekinînin.

(bx)

ANHA