Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê alîkariyên ji derve wek "benê rizgariyê" dibîne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê têkildarî rewşa aborî ya hikumeta Şamê, rageşiya di navbera Yewnanistan û dewleta Tirk de û aloziya Lubnanê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê alîkariyên ji derve wek "benê rizgariyê" dibîne
15 nîsan, 2021   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HIKUMETA ŞAMÊ ÇAV BERDAYE ALÎKARIYÊN JI DERVE JI BO GEL TÊN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî kar û barên Sûriyê wiha nivîsî: “Çavkaniyên aborî yên li Şamê eşkere kir ku welatiyên Sûriyê yên li derve rojane nêzî 3 heta 4 milyon dolar bi pereyên biyanî ji bo kesên li hundir dişînin û ev miqdar di meha rojiyê de rojane 10 milyon dolar derbas dike.

Lêkolînera aboriyê Reşe Seyrob jî diyar kir ku pereyên ji derve bi pereyên biyanî tên wekî “benê rizgariyê” ye ji bo xurtkirina pereyên biyanî li herêmê û wê bihêle ku hikumet piştgiriya çalakiyên aboriyê bike.

Hikumeta Şamê çavên xwe berdane ser pereyên ku welatiyên Sûriyê yên li derve ji xizmên xwe yên li Sûriyê re dişînin ku piraniya welatiyên li hundir ên bi xizaniyê re rû bi rû mane û bi wan pereyan debara xwe dikin. Beriya meha Remezanê bi çend rojan hevsera serok Beşar El-Esed, Esmaa El-Esed civînek bi berpirsên komeleyên xêrxwaziyê yên li Sûriyê re li dar xist û tê de ragihand ku dê platformeke elektronîk ava bike da ku alîkariyên ku welatiyên Sûriyê yên li hundir û derve pêşkêş dikin, herin ji wê formê re û ew jî bi rêya xwe û li gorî gotina Esmaa wê wan alîkariyan bigihînin kesên hewcedar.

Hefteya borî dolar li hemberî pereyên Sûriyê daket û duh (çarşemê) her dolarek gihaşt 3.097 lîreyên Sûriyê. Tê pêşbînkirin ku daketina doldar dewam bike û bigihêje 3 hezar lîreyên Sûriyê.

‘JI BO BERSIVDAYÎNA DEWLETA TIRK LI LÎBYAYÊ, YEWNANISTAN DI NAVA TEVGERÊ DE YE’

Têkildarî rageşiya di navbera dewleta Tirk û Yewnanistanê de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Yewnanistan ji bo bersivdayîna dewleta Tirk û ajandeyên wê li Lîbyayê, tevgereke dîplomatîk a çalak bi rê ve dibe. Atînayê çarşemê ragihand ku wan bi Meclisa Serokatiya Lîbyayê ya bi serokatiya Mihemed El-Minfî re li ser pêkanîna dan û standinan têkildarî diyarkirina sînorên deryayî di navbera her du welatan de, li hev kiriye. El-Menfî jî diyar kir ku mafê meclisa wî ya pêkanîna peymanan nîn e û ew yek erka komîteyên hevbeş e.

El-Menfî roja çarşemê dan û standin bi seroka Yewnanistanê Katerina Sakelaropulu û serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis re pêk anîn.

Serokê Meclisa Serokatiya Lîbyayê teqez kir ku ew hemû hewldanên xwe ji bo derxistina mîlîsên biyanî ji welatê xwe, bi kar tînin.

Serokwezîrê Yewnanistanê jî soza pêşkêşkirina piştgiriyê ji bo ji nû ve avakirina Lîbyayê da û teqez kir ku şertê girîng ê çareseriya siyasî li Lîbyayê, derxistina hemû hêzên biyanî ye li gel hibijartinên ku tê payîn dawiya salê werin lidarxistin.”

‘DAVID HALE LI BEYRÛTÊ YE’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Lubnanê wiha nivîsî: “Li gel xitimandina siyasî ku rê li hêviyên avakirina hikumetê girt, wekîlê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê yê kar û barên Rojhilata Navîn û pirsporê kar û barên Lubnanê David Hale duh li Lubnanê rêzehevdîtin pêk anîn û dê îro bi berpirsên fermî û rêveberên siyasî û aktîvîstên tevgera xwepêşandanên sivîl re, bicive.”

(cx)