MSD'ê Çarşema Sor li civaka êzidî pîroz kir

MSD`ê Cejna Çarşema Sor li civaka êzidî pîroz kir û got parastina nasnameya civaka êzidî, dewlemendkirina parastina nasnameya neteweyî ya gelê Sûriyê ye

MSD'ê Çarşema Sor li civaka êzidî pîroz kir
14 nîsan, 2021   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) îro bi peyamekê cejna Çarşema Sor pîroz kir û hêvî kir ku bibe destpêka bidawîbûna hemû bela û zehmetiyan.

Di destpêka peyamê de hate gotin: "Bi boneya sersala êzidiyan (Çarçema Sor) çarşema serê Nîsanê, em cejna Çarşema Sor li xwişk û birayên xwe yên êzidî û hemû civaka êzidî ya li herêmên Rêveberiya Xweser ku wekî baxçeyekî jiyana hevbeş a pêkhateyan û biratiyê ye û li tevahî gelê êzidî yê li seranserê cîhanê pîroz dikin. Em hêviya saleke nû ya pîroz û xweş ji wan re dikin." 

Di berdewama peyamê de hate gotin ku êzidî civakeke kevnar in, nûnertiya nasnameya kurdî û sûrî ya pirreng dikin û di dirêjahiya dîrokê de gelek êş û kareset dîtine û wiha hate dewamkirin:  "Parastina nasnameya civaka êzidî, dewlemendkirina nasnameya neteweyî ya Sûriyê ye ku bi vegerandina maf û jiyana wan a li Efrîna dagirkirî û hemû herêmên ku rastî guhartina demografîk a bi zanebûn tên, dest pê dike."

(dx)

ANHA