Qedexeya derketina giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ket meriyetê

Vê sibê qedexeya derketina derve ya giştî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ket meriyetê.

Qedexeya derketina giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ket meriyetê
Qedexeya derketina giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ket meriyetê
Qedexeya derketina giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ket meriyetê
Qedexeya derketina giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ket meriyetê
Qedexeya derketina giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ket meriyetê
Qedexeya derketina giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ket meriyetê
Qedexeya derketina giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ket meriyetê
Qedexeya derketina giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ket meriyetê
13 nîsan, 2021   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya hewldanên rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê li herêmê, di 11`ê Nîsanê de biryara ferzkirina qedexeya derketina derve li ser bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûiyê bi giştî derxist. Biryar vê sibê ket meriyetê.

Bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû hatine girtin, şênî bi qedexeyê pabend in û maskên tenduristiyê bi kar tînin.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hemû kolan û rêyan belav bûne û bendên xwe zêde kirine.

Qedexeya giştî dê heta 10 rojan bidome. Dergehên sînor ên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hemû hatine girtine, tenê ji bo rewşên awarte, mirovî, nexweş, xwendekaran û tevgera bazirganiyê tên vekirin.

Biryara qedexeya giştî ji bo dikanên frotina madeyên xwarinê, sebze, nexweşxane, dermanxane, rêxistinên mirovî, dezgehên çapemeniyê, firin û stasyonên firotina sotemeniyê ne derbasdar e. Li gorî biryarê dê tevgera cotkaran û karkeran were hêsankirin.

Rêveberiya Xweser xebatên xwe li tevahiya sazî û daîreyên girêdayî xwe di dirêjahiya rojên qedexeyê de taloq kir, tenê sazî û daîreyên ku pêwîst e bixebitin, dê karê xwe dewma bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/z8w8dK9rZ_Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kbBvioC2hrE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>