Di encama şerê Ii nêzî bajarê Meirebê de 53 kuştî hene

Bi hewldana Hûsyan a serwerkirina bajarê Meirebê yê stratejîk re, di navbera wan û hêzên hikumeta Yemenê de şerekî dijwar derket û di encamê de di nava 24 saetên derbasbûyî de, 53 kuştiyên  her du aliyan çêbûn.

Di encama şerê Ii nêzî bajarê Meirebê de 53 kuştî hene
10 nîsan, 2021   14:09
NAVEND NÛÇEYAN 

Li gorî rayedarên leşkerî ku ji AFP’ê re eşkere kirine, li nêzî Meirebê ya Yemenê ku baregeha dawî ya hikumetê ye şer derket, di encama 24 saetên derbasbûyî de 53 kuştî çêbûn, ji wan 22 hêzên alîgirên desthilatê ne.

Rayedarên hêzên hikumeta Yemenê destnîşan kir ku piştî Hûsyan hewl da pêş ve biçin, şer li eniyên El-Kesara û El-Mişecih ên bakur û rojavayê bajêr ku 12 km dikeve rojhilatê peytexta Senaayê xurt bû.

Ji beriya  sal û nîvekê ve Hûsî hewl didin bajarê Meirebê ku di parêzgeheke tê de petrol dewlemend e, sewer bikin, da ku tevahî bakurê Yemenê kontrol bikin.

Piştî dema agirbestê, Hûsyan di 8`ê Sibatê de êrişên hêzên hikumetê yên ku piştgiriya xwe ji koalîsyona leşkerî digirin û Erebistana Siûdiyê serkêşiya wê dike, ji nû ve dest pê kirin.

Rayedarên leşkerî bi bîr xist ku şer di  saetên derbasbûyî de xurt bû û di encamê de 22 hêzên hikumetê ji wan 5 serbaz bûn û bi dehan jî birîndar bûn, li gel wê jî 31 ji hûsiyan hatin kuştin.

Li gorî rayedarênn leşkerên, koalîsyonê bi piştgiriya hêzên hikumetê êrişî nuqteyên Hûsyan kirin.

Hûsî hewl didin beriya dest bi diyalogên nû yê bi hikumeta heyî re bikin, Meirebê kontrol bikin, bi taybet di gel fişarên rêveberiya serokê Amerîkayê Jeo Biden re ya ber bi çareya siyasî re.

(eh)