Polîsên Tirk çalakiya TJA’yê ya li Amedê asteng kir

Li Amedê jinan ji bo Peymana Stenbolê xwest çalakiyekê li dar bixin lê polîsên dewleta Tirk hewl da çalakiya jinan asteng bikin.

Polîsên Tirk çalakiya TJA’yê ya li Amedê asteng kir
10 nîsan, 2021   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Me li kolanan bi dest xist, em ê li kolanan biparêzin” li dijî betalkirina Peymana Stenbolê xwest li navçeya Peyas a Amedê meşekê li dar bixin. Piştî ku jin li hev kom bûn, polîsên Tirk jin dorpêç kirin.

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Remziya Tosûn, Dersim Dag, Semra Guzel, aktîvîstên TJA’yê û gelek jinên ji bo tev li meşê bibin, hatin cihê çalakiyê, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.

Jinên di dorpêça polîsan de, bê navber dirûşmên “Barîkatan ne ji bo jinan, ji bo qatilan deynin”, “Bijî  piştevaniya jinan” û “Jin jiyan azadî”  berz dikin. Li dijî terora polîsên Tirk berxwedana jinan didome.