Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja xwe ya 114’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya li wargeha Mexmûrê didome. Çalakvanan diyar kir ku dê heta azadiya rêber Abdullah Ocalan mîsoger bibe, çalakiyên xwe bidomînin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja xwe ya 114’an de ye
10 nîsan, 2021   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengiya jinan di 18’ê Kanûna 2020’an de, çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, di roja 114’emîn de berdewam dike. Welatiyên di grevê de derbarê çalakiyê de ji Rojnews re axivîn.

Jina bi navê Gulê Ozek da zanîn ku ewê bi çalakiyên cur bi cur berxwedana xwe dewam bikin û wiha pê de çû: “Ji bo azadiya rêber Apo ya bi fizîkî çi pêwîst be emê bikin, divê êdî rêber Apo azad bibe. Em ti peywendiyek telefonan napejirênin, em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Em ê bi biryardarî çalakiya xwe bi domînin.”

Welatiya bi navê Cemîle Korkmaz jî bal kêşa ser armanca çalakiyê û wiha got: “Divê her kes piştgirî bide pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ û dakevin qadan. Êdî dijmin nikare me bi hevdîtinan bixapîne, heya em azadiya Rêberê xwe bi dest nexin, em dev ji çalakiyên xwe bernedin.”

Wesîle Ozdemîr jî got: “Em ê çalakiya ji bo azadiya rêber Apo heya dawî bidomînin, heya em negihin armanca xwe jî em ê dev ji çalakiyên xwe bernedin. Em ê Rêberê xwe azad bikin û pê re azad bijîn.”