Li Serêkaniyê şênî li hemberî çeteyan rabûn

Li gelek gundên rojavayê Serêkaniyê di navbera komên çete yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyan  şer rû dide.

Li Serêkaniyê şênî li hemberî çeteyan rabûn
5 nîsan, 2021   16:59
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji Serêkaniyê ya dagirkirî dane, çeteyên "Lîwa Şuhedaa Bedir" ên girêdayîa dewleta Tirk a dagirker ku li gundên rojavayî Serêkaniyê serwer in, beriya du rojan bi ser gundê Muxtela yê 35 kîlometere li başûrê rojavayê Serêkaniyê de girtin û êriş mala Hemadî Helo kir ku wî birevînin. Çavkanî got, Helo li dijî çeteyan sekinî û çeteyek kuşt û ji gund reviya.

Heman çavkanî da zanîn ku di encama wê yekê de çete seferber bûn û li tevahî malên gund dest bi lêgerîna Hemadî Helo kir û bi ser malan de girtin. Li gorî çavkanî di encamê de şêniyên gund bi hêrs bûn û di navbera wan û çeteyan de şer çêbû. Lê tu agahiyên li ser encamên şer bi dest neketine.

Çavkanî got, çeteyan piştî wê bi ser gelek gundên rojavayê Serêkaniyê de girtin. Di encamê de şeva berê di navbera çeteyan û eşîra Edwan a li bajarokê Mebrûka ya ku rêbazên serdegirtina çeteyan ji gund re red kirine, şer derket.

Di encama wê bûyeran de hîna jî li rojavayê Serêkaniyê ji du rojan ve tevlihevî û  aloziya ewlehiyê hene.

(fr)

ANHA