Li Şêxmeqsûdê firina Berxwedana hate aktîfkirin

Bi armanca sivikkirina bar li ser şêniyan û ji ber pirbûna şêniyan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, navenda aboriya civakî ya taxê dest bi restorakirina firina Berxwedan a otomatîk kir, gelek parçeyên ku zirarê dîtin çêkirin û parçeyên kêm jî kirîn.

Li Şêxmeqsûdê firina Berxwedana hate aktîfkirin
Li Şêxmeqsûdê firina Berxwedana hate aktîfkirin
Li Şêxmeqsûdê firina Berxwedana hate aktîfkirin
5 nîsan, 2021   15:06
HELEB-ARIF SILÊMAN

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê zêdetirî 150 hezar şênî dijîn, beşeke mezin ji ber aramî û ewlehiya li her du taxan berê xwe da wir.

Di encama êrişên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker di 2016’an de li dijî taxa Şêmeqsûdê firina Berxwedan a li beşa rojava zirar dît û tiştek jê name. Navenda Aboriya Civakî ji nû ve dest bi aktîfkirina firinê kir, ew jî piştî erêkirina Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hat. Da ku bar li ser şêniyan sivik bikin. Firina Berxwedan li taxa Şêxmeqsûdê li ser kolana 20 e.

3 FIRIN DI XIZMETA ŞÊNIYAN DE NE

Li her du taxan 3 firin xizmeta şêniyan dikin; firina Tewfîq a li beşa rojhilat, Berxwedan a li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê û firina Selam a li taxa Eşrefiyê. Ev firin ji saet 8’ê êvarê heta bi saet 5’ê sibehê dixebitin.

Di firina Berxwedan de, 9 karker dixebitin, nan dikin tûran, da ku sibeha zû bişînin navnedên belavkirinê yên li taxan û ew jî li şêniyan bi rêya kartan belav dikin.

/ar/uploads/files/2021/04/05/141440_athad-mamw.webp

Girêdayî vê yekê, endamê rêveberiya navneda Aboriya Civakî Azad Meimo wiha got: "Armanc ji vê projeyê ew e ku bar li ser şêniyan sivik bikin. Ji ber ku li her du taxan tenê du firin dixebitin û nikarîn bar sivik bikirina. Ji lew re me firina  aktîf kir."

Meimo da zanîn ku dê di çend rojên pêş de dest bi firina otomatîk a nûjen li taxê bikin, da ku bikeve xizmeta şêniyan.

Navenda Aboriya Civakî ya li taxê astengiya dabînkirina ard û mazotê dikişîne, ji ber ku hikumeta Şamê dem bi dem rêyan qut dike.

Piştî berbelavbûna pandemiya vîrusa Koronayê li tevahî cîhanê di 2019’an de, Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gelek tedbîr ji bo parastina şêniyan ji vê vîrusê girtin. Bi wê re jî navenda aboriya civakî 22 navendên belavkirina nan li şêniyan vekirin, da ku şênî li pêş firinan kom nebin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/utg10Qqc9D4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>