Ji çalakgereke fransî nameya 4'ê Nîsanê

Çalakger û nivîskara ji bajarê Strasbourg ê Fransayê Sarah Glenn rojbûna rêber Abdullah Ocalan ku dikeve 4`ê Nîsanê ye, pîroz kir.

Ji çalakgereke fransî nameya 4'ê Nîsanê
3 nîsan, 2021   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Naveroka nameya Sarah Glenn ku gihaşt ber destê Kongreya Star wiha ye:

"Navê min Sarah Glenn e, ez ji Strasbourg a Fransayê diaxivim, çima min nameyek bi boneya rojbûna rêber Ocalan şandiye, ku berê min ew nedîtiye û heta niha nikarim wî bibînim jî? Lê bersiva wiha ye; dar  bi bermehên xwe tê naskirin.

Min Ocalan nedîtiye, lê belê min dît ku çawa tevgera wî ava kiriye, îlham ne tenê da Kurdan, di heman demê de da hemû gelê li nimûneyên bi israr digerin, da ku civakê bi rêxistin bikin.

Em nikarin nameya pîrozkirinê ji Ocalan re bişînin,  lê bi banga serbestberdana wî, em ê fikirê wî bigihînin cîhanê."

(eh)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MUlExIsTqMc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>