Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê : YPJ’ê sembola berxwedan û azadiyê ye

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera 8’emîn a damezrandina YPJ’ê pîroz kir û got: "YPJ’ê êdî li tevahî cîhanê mînak e û sembola berxwedan, aştî û azadiyê ye."

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê : YPJ’ê sembola berxwedan û azadiyê ye
3 nîsan, 2021   14:01
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 8’emîn a damezrandina YPJ’ê ku dikeve sibe, peyama pîrozbahiyê şand.

Di peyama pîrozbahiyê de wiha hate gotin:

Sibe salvegera 8’emîn a  damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ye ku parêzervên jin û civakê ye. Her wiha rola YPJ’ê di parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji hêzên tarî yên tundraw mîna Cebhet El-Nusra û rêxistina DAIŞ’ê ya herî mezin e. Ji ber wan hêzan, sivîl qetil kirin, fikireya tundraw belav kir û jin hedef digirtin, da ku nasnameya wan têk bibin û vîna wan biçewisînin.

Damezrandina YPJ’ê bersiva tund a li hember hewldana fezkirina zihniyeta tundraw bû. Berxwedan û fedakariya Arîn Mîrkan û hevrêyên wê di berxwedana YPJ’ê li Kobanê de li hember têkbirina terorê, rizgarkirina Kobanê û pêkanîna destkeftiyên di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ya herî mezin bû. Her wiha ev berxwedan li tevahî cîhanê bû sembola berxwedan, aştî û azadiyê.

Tevgera gel û xwepêşandanên ku di 2011’an de li Sûriyê dest pê kirine, xala guherîn û veguherîna ber bi jiyana jinên Sûriyê ve bû, nexasim jî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.  Jinan di tevahî qadan de hêz û cesareta xwe îsbat kir û bi van pêngavên dîrokî yên pêşeng pêk anîn û pêşeroja nû ya tevahî gel û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate damezrandin.

Em Meclisa Jinan  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê salavegera 8’emîn a YPJ’ê pîroz dikin û bejna xwe li hember şehîdan ditewînin. Em soza parastina destkeftiyên ku di şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi dest xistine nû dikin, her wiha soza şopandina têkoşîn, berxwedan û rizgarkirina herêmên dagirkirî û derketina Sûriyê ji vê krîzê bi rêya çareya siyasî ya giştî ku tê de tevahî alî û pêkhateyên Sûriyê beşdar bibin, didin."

(fr)

ANHA