Xebatkarê Ronahî Tv Ehmed Esad jiyana xwe ji dest da

Xebatkarê Ronahî Tv Ehmed Esad ku demek bû ji ber nexweşiyên xwe derman dibû, jiyana xwe ji dest da.

Xebatkarê Ronahî Tv Ehmed Esad jiyana xwe ji dest da
3 nîsan, 2021   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Ehmed Esad ji sala 2015’an ve xebatê Ronahî TV dimeşand.

Ji ber pirsgirêkên xwe yên giran ên tenduristiyê ev demek bû derman dibû. Di van çend rojên dawiyê de jî rewşa wî ya tenduristiyê girian bûbû û îro sibehê jiyana xwe ji dest da.

Ehmed Esad di sala 1988’an de li Qamişlo hatiye dinyayê, digot ji ber ew ji gihandina rastiyê hez dike, tev li karê Ronahî TV bûye.