​​​​​​​Hêzên ewlekariyê kujerê parêzer Hesen El-Hîwar girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku kujerê parêzer Hesen Reşîd El-Hîwar girtiye.

​​​​​​​Hêzên ewlekariyê kujerê parêzer Hesen El-Hîwar girt
3 nîsan, 2021   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyê de got: “Gelek rûpel li ser tura medyayên civakî nûçeyan kuştina parêzer Hesen Reşîd El-Hîwar ku di 31'ê Adarê de li xwaringeha Beb El-Hara ya bajarê Qamişloyê hate kuştin, belav kirin.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştrast dikin ku hêzên me di 2’yê Nîsanê de kujerê parêzer Hesen girtin, hîn jî lêpirsîn der barê dozê de dewam dike. Agahiyên ku li ser rûpelên medyaya civakî tên weşandin karê me ya eşkerekirina sedemên kuştinê asteng dike. Her wiha bi awayekî neyekser kuştinê teşwîq dike. Encamên lêpirsînan dê ji raya giştî re were eşkerekirin û piştî lêpirsînê dê kesê sûcdar radestî dadgehê were kirin.”

(dx)

ANHA