Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlibê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê careke din nuqteyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li gundewarên Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlibê topbaran kirin
3 nîsan, 2021   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê îro herêmên derdora Bar, Kansefra, Sifohin, Filêfil û Benîn ên başûrê gundewarên Idlibê topbaran kirin. Di heman demê de, balafirên keşfê li asîmanê “herêma bêçek” anku li Idlib û çiyayê El-Ekrad ên gundewarên Laziqiyê digerin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku ev êriş bersiva hedefgirtina çeteyên dewleta Tirk ji nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li derdora Dar El-Kebîra ya gundewarê başûrê Idlibê ye.

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Odeya Operasyonên Fetih El-Mubîn li derdora Bar, Benîn, Kansefra û Filêfil ên gundewarên başûrê Idlibê bi çekên giran cihên hev topbaran kirin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran deverên Qilêdîn û El-Enkawî li Deşta El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê hedef girt. Her wiha balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmana herêmê digerin.

(dx)