Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4`ê Nîsanê bi çandina daran pîroz dikin

Şêniyên navçeyên Til Temirê, Dirbêsiyê û Helebê bi boneya 4`ê Nîsanê dar çandin. Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bi heman boneyê baxçeyek li taxa Hilêliyê vekir.

3 nîsan, 2021   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan piştî ku bi Komploya Navneteweyî sala 1999`an dîl hat girtin ji hevalên xwe xwestibû di roja rojbûna wî de daran biçînin.

Bi vê boneyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê li taxa Hilêliyê baxçeyek vekir. Her wiha şêniyên navçeya Til Temirê, Dibêsiyê û bajarê Helebê dar çandin.

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê îro li taxa Hilêliyê ya li rojavayê bajêr baxçeyek bi navê rêber Abdullah Ocalan vekir.

Baxçe ji aliyê edama meclisê û dayika şehîd Mihemed Elo, Delal Bidûr ve hat vekirin. Şehîd Mihemed Elo di 17`ê Hezîrana 2015`an de li Kobanê şehîd bûye. Dayika şehîd Mihemed Elo di merasîma vekirinê de axivî û rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û ew wek roja vejîna gelan bi nav kir.

Piştre beşdarên merasîmê dar di parkê de çandin û di dawiyê de xelekên govendê gerandin.

GIRKÊ LEGÊ

Endamên saziyên navçeya Girkê Legê û bajarokê Mistefawiye 77 dar li Baxçeyê Şehîd Mîtan a li Girkê Legê û li hin cihên giştî yên navçeyê dar çandin.

Beriya çandina daran, endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê Nûrcan Mihemed axivî û rojbûna rêber Abdullah Ocalan li malbatên şehîdan û hemû têkoşeran pîroz kir.

TIL BIRAK

Girêdayî heman mijarê endamên meclisa navçeya Til Birakê û saziyên li navçeyê li cihên giştî û Baxçeyê 4’ê Nîsanê û baxçeyê şehîd Remadan Bekir yên navçeyê 40 dar çandin.

HELEB

Li ser bangewaziya Kongreya Star û Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên bajarê Helebê, şênî, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî 25 dar çandin.

Piştî bidawîbûna çandina daran, beşdaran xelekên govendê gerandin û bi dirûşman rêber Abdullah Ocalan silav kir.

DIRBÊSIYÊ

Bi dehan şêniyên navçeyê û gundên wê, endamên saziyên sivîl li gundê Zehir El-Ereb ê li rojavayê navçeyê dar çandin.

Şêniyan 73 darên zeytûnê bi vê boneyê çandin.

KAMPA SERÊKANIYÊ

Gerînendetiya Hawîrdorê ya Komîteya Şaredariyan a Hesekê, pêngava çandina zêdetirî 2 hezar û 640 şitil di nava kampê de da destpêkirin.

/ar/uploads/files/2021/04/03/115032_img_6065.webp

Têkildarî mijarê endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê Nûra Xelîl got: “Armanca me ji vê hemleyê ew e ku em rûbera daran zêde bikin.”

TIL TEMIR

Vê sibê bi dehan şêniyên navçeya Til Temir û endamên saziyên sivîl li gundê Ib El-Naqa yê li başûrê rojhilatê navçeya Til Temirê dar çandin.

Beşdaran li gel rakirina wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û Saziya Malbatên Şehîdan bi sedan dar çandin.

/ar/uploads/files/2021/04/03/115006_rdhwan-khlf-28kbyr29.webp

Ridwan Xelef ji ANHA`yê re axivî û got: “Îro bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan em daran diçînin, rojbûna wî rojbûna gelê Kurd e. Lewra em dixwazin ev roj ji bo gelê Kurd bibe rojeke dîrokî.”

Di dawiya çalakiyê de beşdaran xelekên govendê li ber stranan gerandin.

(şx)

ANHA