Hemrîn Hesen: Ev operasyon dê ewlehiyê misoger bike

Hevseroka Kampa Holê têkildarî operasyona"Mirovî û Ewlehiyê" ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê dane destpêkirin, axivî û got ew operason dê ewlehî û aramiya misoger bike û çalakiyên terorîstan ên li dijî sivîlan bê bandor bikin.

Hemrîn Hesen: Ev operasyon dê ewlehiyê misoger bike
29 adar, 2021   05:58
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Hevseroka Kampa Holê Hemrîn Hesen têkildarî operasyona"Mirovî û  ewlehiyê" ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja yekşemê li kampa Holê dabûn destpêkirin ji ajansa me re axivî.

Hemrîn  Hesen diyar kir ku di çarçoveya Operasyona"Mirovî û Ewlehiyê" de Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo ewlehî û aştiya sivîlan hemû tedbîr girtine.

Hemrîn Hesen ev yek li gotina xwe zêde kir: "Operasyon dê ewlehiya kampê misoger bike, armamiya belav bike û ewlehiya kampa kontrol bike, ji ber ku  beriya niha rewşa kampê tev li hev bû û terorîstan li dijî kesên li kampên dimînin çalakî pêk dianîn, ku tê texmînkirin ku şaniyên rêxistinê li pey van operasyonan e."

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di demên dawîn de li  kampa Holê ya 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê 47 sûcên kuştin  pêk hatine, ev jî isbat dike ku hejmara sûcan li kampê zêde bûye. Piranî şane û jinên çeteyên DAIŞ`ê li pey van sûcan in.

Hemrîn Hesen da zanîn ku operasyon dê roleke mezin di aktîvkirina komînan û vekirina meclisên herêmî di kampê de bilîze û destnîşan kir ku li aliyekî din jî dê ji bo berdewamkirina xebata rêxistinan, vekirina projeyên xizmetguzariyê yên nû û plansaziyan kar û xebatê bike.

Hemrîn  Hesen da zanîn ku ji ber gefan rêxistinan zehmetî dikişand û wiha domand: "Hin ji wan difikirîn ku xebata xwe ya li kampê rawestînin, ji ber ku karmandên rêxistinan û komeleyan bi gefan re rû  bi rû diman û navendên wan dihatin hedefgirtin û projeyên wan jî dihatin dizîn û xerabkirin."

Hemrîn Hesen diyar kir ku operasyona ewlehiyê û encamên wê dê bandoreke erênî li xebata rêberiya sivîl bike û got: "Ji ber ku rêveberî dînemîka sereke ye û di pratîkê de jî bi hemû rêxistinan re di nava dan û standinê de ye, her wiha ji bo dabînkirina hemû alîkariyên mirovî û hewcedariyan bi hemû aliyan re peywendiyan çêdike."

Hêzên Ewlekariyê Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca têkbirina şaniyên DAIŞ`ê yên li kampa Holê, roja yekşemê bi civîneke çapemeniyê operasyoneke berfireh da destpêkirin.

Di roja yekemîn a operasyonê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 kesên ku navên wan di  lîsteya lêgerînê de bûn girt. Ji wan serçeteyê bi navê"Ebû  Saed El-Iraqî" tê naskirin ku demeke dirêj sivîl tev li nava DAIŞ`ê digir.

(eh)

ANHA