‘Lehengî, pêkhatina rastiya Kurdistanê ya bi şoreşê ye’

"Li Kurdistana îroyîn jiyan di fikir, birêxistinbûn û çalakiyê de divê bi lehengî be. Lehengî alfabeyek e ku rastiya Kurdistanê bi şoreşê bide guhertin."

‘Lehengî, pêkhatina rastiya Kurdistanê ya bi şoreşê ye’
29 adar, 2021   03:59
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Pêvajoya ku di 21’ê Adarê de bi Mazlûm Dogan re dest pê kir, bi Mahsûm Korkmaz (Egîd) re veguherî pêvajoya lehengiyê.

PKK’ê di Kongreya 3’yemîn a di dawiya Cotmeha 1986’an de biryar da û 28’ê Adarê roja şehadeta Mahsûm Korkmaz wek Roja Lehengiyê ya Neteweyî îlan kir.

Bi lehengiya Mazlûm Dogan a li zindana Amedê di sala 1982'yan de, lehengiya Kawayê Hesinkar heta roja îro xwe gihand û di 28'ê Adara 1986'an de li hemberî berxwedana gerîla ya bi pêşengiya Mahsûm Korkmaz a li dijî sîstema leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê ya li çiyayê Gabarê yê Botanê, têkoşîna azadiyê geş bû. Berxwedana li zindanan û ya gerîla, rê li ber berxwedana azadiyê ya gelê Kurd vekir. Di vî warî de PKK’ê 3’yemîn kongreya xwe wek îfadeya vê rastiyê, 28'ê Adarê roja şehadeta fermandarê mezin ê gerîla, wek Roja Lehengiyê ya Neteweyî ya gelê Kurd pênase kir.

Rêber Abdullah Ocalan PKK'ê wek "Partiya Şehîdan" bi nav dike. Di vê çarçoveyê de 21-28’ê Adarê wek Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî tê dîtin.

Pênaseya kadroyên pêşeng ên PKK'ê ew e ku PKK 'Partiya Şehîd û Rêbertiyê' ye. Di kakilê van hemû pênaseyan de bêguman berxwedana PKK'ê û têkoşîna wê ya demdirêj heye.

Rêber Abdullah Ocalan ku sosyalîzma komunal, fedakarî û wêrekiya mezin di rastiya PKK'ê de gihand jiyanê, afirînerê vê têkoşîna demdirêj e. Bêguman lehengên vê têkoşîna bi deh hezaran şervanên azadiyê û gelê welatparêz in ku ji bo azadiya gelan bedelên mezin dan.

Heta niha nêzî 30 hezar ji van lehengan di pêvajoya têkoşînê de, di şert û mercên şerê giran de şehîd bûne. Ji aliyê dewlet û artêşa Tirk ve jî nêzî 20 hezar welatparêz bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

'HEFTEYA LEHENGIYÊ YA KU WATEYA XWE YA RAST DIBÎNE'

Rêber Abdullah Ocalan, têkildarî lehengên ku di vê têkoşîna 42 salan de ku di demên cuda de şehîd bûn, wiha dibêje:

“Ev lehengiyên bêhempa ne ku hemû serkeftinên têkoşîna me misoger dikin û her Newrozê ji ya berê watedartir dikin. Zayîna PKK'ê, derbasbûna qada îdeolojîk û piştre jî qada têkoşîna siyasî, li ser vê bingehê pêk hatiye. Dûre ev diyarde di şexsê Mazlûm Dogan de şênber bû ku Newroz gihand wateya xwe ya rasteqîn û heq kir ku wek Kawayê Hemdem bê binavkirin. Bi lehengiya xwe ya di şertên herî dijwar û nebaş de ji bo doza mezin mirin hêsantir kir, di heman demê de bi awayekî zelal û bê teredut rê li ber serkeftinê vekir. Û têkoşîna me ya mezin di vê rêya ronîkirî de ber bi Newroza mezin ve bi pêş ve çûye. Di vê wateyê de Newroza 85’an bi daxuyaniya eniya me ya rizgariya neteweyî (ERNK) ku îfadeya şênber a yekitiya siyasî ya gelê me ye, hat pêşwazîkirin. Di Newroza 86’an de bi serkêşiya fermandarê mezin Mahsûm Korkmaz, têkoşîna me ya rizgariya neteweyî gihîştiye merheleyeke gelekî berfireh. Her çi qas şehadeta wî ji bo têkoşîn û gelê me windahiyeke mezin be jî, hêviyên dijmin bi cih neanîn, berevajî wê berxwedan mezin bû. Û bi vî rengî berxwedana zindanê bi berxwedana çiyê re hat yekkirin û hefteya 21-28’ê Adarê wek Hefteya Lehengiyê hat binavkirin û wateya xwe ya rast dît.

‘HEVRÊ MAHSÛM PKK KIR BANGA JIYANÊ’

Piştî girseyîbûna me, keçên ciwan di Newrozan de xwe şewitand. Ev çalakî kiryarên lehengiyên mezin in. Vê kevneşopê di Newroza 1990’î de bi Zekiye Alkanê ku agirê serhildanê bi bedena xwe xist, dest pê kir û di newroza 1992’yan de bi Rahşan Demîrelê re dewam kir û di Newroza 1994’an de bi hevrê Ronahî û Bêrîvanê pi bêş ve çû û bû bangeke ji bo girseyîbûnê. Çawa ku hevrê Mazlûm bang kir ku bi partiyê ve girêdayî bimînin û PKK kir banga jiyanê, dîsa çawa ku hevrê Mahsûm girêdayî gerîla ma û bû banga wê, şehadeta van keçên ciwan jî bangek e; 'dest bi serhildanê bikin, pê ve girêdayî bin, berê xwe bidin welêt, berê xwe bidin welatparêziyê, girseyî bibin û di vê wateyê de agir gur bikin'.

Ferhat Kûrtay û ew jî xwe dişewitînin. Dîsa berxwedana rojiya mirinê ya Kemal Pîr heye. Ew dibêjin, "Diviyabû me wezîfeya Mazlûm bi cih bianiya. Lewma rojiya me ya mirinê xwerexnekirin e." Ferhatan jî got "Diviyabû ev çalakî me pêk bianiya; çalakiya me jî xwerexnekirin e." Di pêşerojê de bi vî rengî xwerexnekirin tê telafîkirin.

Xweşewitandin ji aliyê derdorên dijmin an jî kesên bi hûrbînî lê nanêrin ve wek xwekuştinê tê dîtin, tê nivîsandin û şîrovekirin. Na! Hûn ji kîjan alî ve lê dinêrin binihêrin, em dizanin ku mirovekî/e ku hewl dide çalakiyeke bi vî rengî bike, xwedî wê îradeyê ye ku hêza xwe ya berxwedanê mezin bike û mayînde bike. Keçên ciwan ne zêde xwedî çek in. Bi daxwazeke bi vî rengî nikarin bibin xwedî hêza birêxistinkirin, hişyarkirin û çalakiyan. Sedemên vê pir zêde ne.

Zekiye Alkan dibîne ku li Amedê şoreş qels e. Wê demê Amed ker bû, ne di wê pozîsyonê de bû ku pir bi heyecan be. Ew jî ne di pozîsyonekê de ye ku Newrozê pîroz bike. Pêdivî bi agirekî heye, pêdivî bi meşaleyekê heye. Hevala Zekiye wiha şîrove dike û xweşewitandinê guncaw dibîne. Berxwedana wê ji bo girseyîbûnê ye. Piştre di qetilkirina Vedat Aydin de jî tê fehmkirin ku ew qasideke rûdaneke watedar e. Bi sed hezaran amedî daketin qadan û nîşana xwe li pêvajoyeke pîroz da.

Li Îzmîrê Rahşan Demîrel xwe şewitand; ew jî meşaleyek e li ser keleha Îzmîrê. Berxwedana wê bangeke ji bo girseyên Kurd ên li metropolan e ku 'vegerin welêt, dest ji welatparêziyê bernedin, divê vegera we teqez be'. Çalakiya wê bêguman bi banga me ya ji girseya metropolan re deng vedide ku "li welatê xwe xwedî derkevin, li şerê şoreşgerî xwedî derkevin." Ev berxwedan meşaleya wê ye. Ev çalakiyeke mezin a lehengiyê ye.

Her wiha şehîdên me yên Newrozê li Ewropayê hene. Hêja ye ku hinekî din li ser van bisekinin. Hevrêyên Bêrîvan (Nîlgûn Yildirim) û Ronahî (Bedriye Taş), van keçên kurdistanî nameyên watedar hiştin. Min hin hevpeyvînên wan jî dîtin. Belkî gelek name, hin nirxandin û raporên wan hene. Me hin ji wan dîtin.

Ev heval bi taybetî hewl didin bibin milîtanên ku wekî em dixwazin, lê her wiha şaş mayî ne ku çalakiyên wan têra xwe nayên bersivandin. Yanî yek ji taybetmendiyên jiyanê yên van hevalan ew e ku li gel ku sexte nebûn jî, xwe li jiyanê xwedî dikin, li gel kesên ku li wir bi hêsanî jiyana xwe ji dest dane û her wiha jî Ewropayê û bi hêza ku ji analîzê digirin, xwe ji milîtaniyeke wiha re pir vekirî dikin. Ev helwest bi rastî jî mînak e. Di vir de ya girîng ev e ku di van aliyan de sadebûn, xwedî bingeh bûn û destûr nedana sextetiyê ye. Divê mirov van karakteran teqez bi vî şiklî binase.

 ‘ÇALAKIYA HEVRÊ SEMA YUCE ÇALAKIYEKE LEHENGIYÊ YE’

Çalakiya Hevala Sema Yuce yek ji çalakiyên lehengiyê ye. Wek tê zanîn di vê rojê de hevrê Fîkrî Baygeldî li ser rê ji bo bîranîna vê hevalê heman çalakî li dar xist û şehîd ket. Ev çalakiyên her duyan jî watedar in. Bêguman divê mirov lê hûr bibe û ji xwe re hinek dersan jê bigire. Mirov dikare wek xwe şûştina bi agir, jihevzelalkirina hêz û bêhêziya xwe, paqijî û qirêjiyê xwe bi agir û weke zelalkirinê binirxîne. Me jî Sema Yuce nas kir. Di nava me de perwerdeyek dîtibû. Ez difikirim ku navê wê di dema me de Serhildan bû û ew her dem bi ruhê serhildanê jiyaye. Serî natewîne, dest ji serhildanê bernade û bêguman kesayetek e ku her ku diçe dixwaze vê yekê bi mantiq bike.

Kesayeta Zîlanê kesayeteke bi bi heman şêweyî ye, hêz û bedewiya çalakiya xwe zêde ye. Heman karekter e. Têkoşîna di jiyana zindanan de hê girîngtir e. Ji bo ku ew jiyaneke rasthatî nesekine, ji bo ku têr û tijî bijî, em ê nebêjin ku ew qas dirêj li ber xwe da, bi wê re ew qas şer kir û şerê xwe ber bi serkeftinê ve bir. Di vê wateyê de jî mînakeke diyarker a berxwedana zindanê ye. Di zindanê de ji bo pirsa "Mirov çawa bijî?" bersiveke teqez e.

‘LEHENGÎ ALFABEYEK E KU RASTIYA KURDISTANÊ BI ŞOREŞÊ BIDE GUHERTIN’

Di Kurdistana îroyîn de jiyan di fikir, birêxistinbûn û çalakiyê de divê bi lehengî be. Lehengî alfabeyek e ku rastiya Kurdistanê bi şoreşê bide guhertin. Şert û mercên cîhanê yên dîrokî û heyî vê yekê bi zorê ferz dikin; gavên bi vî rengî li ser zor û zehmetiyên mezin tên avêtin. Û nexasim eger dijminê nifşekî di vê rewşê de pir barbar bin, dostên wan pir bê bext in û ferdên wan ji wan bêzar in, hovîtiya li vir pir pêşketî ye. Va ye lehengî li hemberî van dijwariyan serkeftinê pêk tîne. Ji demên asayî zêdetir têkoşîn, fedakarî û wêrekiyê pêwîst dike. Hemleyên rêxistinekê ku îro li Kurdisyanê pêşengiyê ji pêkanîna tevgerên neteweyî re dike û ji bidestxistina azadiyê re pêşengiyê dike, heke ne bi lehengî bin, ne pêkan e ku rastiya heyî  biguherîne. Wek rêgezeke mecbûrî ya diyalektîkê, ji hişmendiya destpêkê ya lehengiyê heta dema serkeftinê, divê bi têkoşîneke ew çend dijwar re rû bi rû bibe. Hemû nêzîkatî û kiryarên din xapînok in û bi tu awayî nabe sedema pêşketinê.

Li ser vê bingehê em dest bi pêngaveke din a mezin a Newrozê dikin. Hemleya biharê. Bi bextewarî ji we re, we xwe gihand wan rojan. Ev bi rastî jî pêngaveke serkeftinê ya ji bo rizgariyê pêwîst e. Ev şanseke mezin e. Divê hûn bizanin ku hûn ê heta dawiyê bi berpirsiyariya bilind afirîneriyê çawa bi kar bînin. Divê hûn bêyî serkeftinê ne rojek, ne mehek, ne jî kêliyekê derbas bikin. Divê hûn vê bikin. Li ser vê bingehê ez we hemûyan bi coş silav dikim û hezkirina xwe pêşkêş dikim."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eA8NhpBGUKQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>