Kongreya Star ji bo rêber Abdullah Ocalan name ji NY’yê re şand

Kongreya Star nameyek radestî rêxistina NY’yê ya li Qamişlo kir, tê de bang li tevahî hêzên demokrat û aştîxwazan li cîhanê kir ku piştevaniya rêber Abdullah Ocalan di doza wî de bikin.

Kongreya Star ji bo rêber Abdullah Ocalan name ji NY’yê re şand
Kongreya Star ji bo rêber Abdullah Ocalan name ji NY’yê re şand
Kongreya Star ji bo rêber Abdullah Ocalan name ji NY’yê re şand
Kongreya Star ji bo rêber Abdullah Ocalan name ji NY’yê re şand
28 adar, 2021   16:45
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya ku Kongreya Star  ku di 24’ê vê mehê de ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û banga eşkerekirina rewşa tenduristiya wê dabû destpêkirin bi dawî bû.

/ar/uploads/files/2021/03/28/141447_salhh-qasm.webp

Piştî belavbûna agahiyên der barê nebaşbûna rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan, Kongreya Star bi banga eşkerekirina rewşa rêbertî, konê çalakiyê li Parka Arî ya taxa Siyahî ya Qamişlo veda.

Di 25’ê vê mehê de, rêber Abdullah Ocalan ê ku ji 22 salan ve di girtîgeha ferdî ya li gireva Îmraliyê de ye û piştî saleke ji şermezarkirina gel ji tecrîdê re, bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî.

Ji Buroya Cîgirê Giştî ya bajarê Ruhayê yê Kurdistanê de pênceşma borî rêber Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî, lê belê axaftinê tenê 3 deqeyan berdewam kir û qut bû.

Di roja dawîn a çalakiya konvedanê de, bi dehan şêniyên herêma Dêrik û Girkê Legê beşdar bûn û wêneyhên rêber Ocalan hildan.

/ar/uploads/files/2021/03/28/141340_asma-mrad.webp

Di bin konê çalakiyê de, endama rêveberiya Kongreya Star a herêma Girkê Legê Esma Murad axivî û got, tevahî gel li hember siyasetên desthilatên Tirk ên li dijî rêber Ocalan serî hilda û xwepêşandanên gel dê heta pêkanîna edalet û azadiya rêber Ocalan berdewam bin.

/ar/uploads/files/2021/03/28/141358_wlydh-bwty.webp

Li aliyekî din jî endama Rêveberiya Kongreya Star Welîda Bûtî li ser jiyana rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî axivî û got têkoşîna rêbertî xwe dispêre rêgeza jiyana hevbeş û rizgarkirina ji koletiya ku dewletên kapîtalîst û hegamoniyê ferz kiriye.

/ar/uploads/files/2021/03/28/141414_mhmd-abdw.webp

Girêdayî wê, endamê PYD’ê ya herêma Dêrikê Mihemed Ebdo jî axivî û diyar kir ku sekeftinên ku gelê Kurd bi dest xistine berhemên fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e.

Di dawiya çalakiyê de endamên Kongreya Star nameyeke nivîskî gihand rêxistina NY'yê.

Name wiha ye:

"Ji 15’ê Sibata 1999’an ve birêz Ocalan di gireva Îmraliyê de di mercên tecrîda girankirî de, girtiye û ji mafên wek girtiyekî siyasî û dîlgirtiyê şer mehrûm e.

Birêz Ocalan tu sûc li dijî mirovahiyê nekirine û ne alîgirê kesekî di neadaleta ku li cîhanê pêk tê bû.

Ocalan ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd ên jidestdayî tê dikoşa û banga biratiya gelan û jiyana hevbeş dikir, her wiha xwest ku hevkarî û têkiliya dostanî û biratiyê di navbera gelan de xurtir û kûrtir bike û rê li pêş nijadperestiyê qewmî, faşîstê û zulmê bigire. Tevahî jiyan û derfetên xwe yên fikirî ji bo vê têkoşînê da. Hemû pirtûk, xîtab û axaftinên wî zelal bûn û xwestekên wî yên pêkanîna cîhaneke ku tê de zulm û koletî tune be, nîşan dikirin.

Ji bilî wê jî, birêz Ocalan bang dikir ku civak û jin werin rizgarkirin. Ji ber ku jin parçeyek ji civakîbûyînê ye û divê beşdarî tevahî aliyên jiyan civakî, aborî, siyasî û çandî bibe.

22 salan îsbat kir ku girtina birêz Ocalan demokrasî li Tirkiyê pêk neanî û doza Kurd çareser nekir. Ji lew re doza Ocalan ne tenê doza Tirkiyê û gelê Kurd e, lê belê doza tevahî cîhanê ye.

Tecrîda ku dewleta Tirk li dijî birêz Ocalan pêk tîne, binpêkirina tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî yên girêdayî mîsaqa navneteweyî ya taybet bi mafên sivîl û siyasî û ragihandina cîhanê ya mafên mirovî ye.

Ji beriya salekê de birêz Ocalan hevdîtin ne bi malbat ne jî bi parêzerên xwe re pêk neaniye, li gel wê jî tecrîd li dijî rêbertî girantir dibe.

Ji lew re em bang li tevahî hêzên demokrat û aştîxwazan dikin ku piştgiriya birêz Ocalan di doza wî de bikin, da ku azadiya xwe bi dest bixe."

Aliyên ku name îmze kirine;

Kongreya Star

Yekitiya Jinên Ciwan

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

Saziyên Civaka Sivîl

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê

Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan

(fr)

ANHA