​​​​​​​Panorama hefteyê: DAIŞ hîna dikara êrişan pêk tîne û rexneyên navneteweyî li Tirkiyê hene

Di raporan de hate gotin, DAIŞ tevî têkçûna wê ya beriya du salan ji aliyê QSD'ê ve, hîna dikare êrişan pêk bîne, li aliyekî din jî dewleta Tirk ji ber vekişîna ji Peymana Stenbolê ya girêdayî parastina jinan rastî gelek rexneyên navneteweyî tê.

​​​​​​​Panorama hefteyê: DAIŞ hîna dikara êrişan pêk tîne û rexneyên navneteweyî li Tirkiyê hene
28 adar, 2021   04:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa çalakiya çeteyên DAIŞ’ê piştî du salan ji têkçûnê, nakokiya di navbera Îran û Amerîka de, vekişîna dewleta Tirk ji Peymana Stenbolê ya girêdayî parastina jinan, kir.

 ‘PIŞTÎ TÊKÇÛNÊ DAIŞ BÊDENG BÛYE Û ÊRIŞÊN XWEKUJÎ KÊM BÛNE’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa têkçûna DAIŞ`ê li Baxozê kir û wiha nivîsî: “Wekî vê rojê beriya du salan, DAIŞ`ê bajarokê Baxozê ji dest da, ku cihê wî yê herî dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Li gorî şopandina Şerq El-Ewsat, herêmên ku DAIŞ`ê ji 2014`an ve li ser sînorê Sûriyê-Iraqê xistibûn bin serweriya xwe ji dest dan û di Adara 2019`an de tenê bajaroekekî biçûk li ser qiraxê çemê Firatê di destê wê de ma. Hin endamên DAIŞ`ê xwe radest kirine, hinek din jî şer kirin. Lê ew di aliyê cografî de têk çûn..”

Rojnameyê wiha dewam kir: “Piştî çend mehan ji têkçûna DAIŞ`ê, wê derbeyek din xwar. Di Cotmeha 2019`an de, hêzên komandos ên Amerîkayê li dijî cihê ku serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî xwe tê de veşartibû yê li rojavayê Sûriyê, operasyonek pêk anî. DAIŞ`ê serokekî nû bi navê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureşî ji xwe re hilbijart.”

Piştî têkçûnê, êrişên “gurên ferdî naku kesên xwekuj” roj bi roj kêm bûn, lê belê “şaneyên veşartî” hîna jî li çolistana Sûriyê û li Kampa Holê ya rojhilatê Firatê ku bi hezaran DAIŞ`iyên biyanî û Ereb dihewîne, êrişan pêk bînin. “

 ‘DYA JI BER AGAHIYÊN LI SER PLANÊN ÎRANÊ YÊN HEDEFGIRTINA WASHINGTONÊ BI FIKAR E’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî nankokiya di navbera DYA û Îranê de wiha nivîsî: “Endamekî payebilind ê Senatoya Amerîkayê li ser agahiyên îstixbaratî ku behsa planên Îranê ji bo pêkanîna êrişan li ser baregeha ‘Fort McNair’ a leşkerî li Washingtonê dikin, fikarên xwe anîn ziman ku dê êriş wekî bersivdayîna kuştina fermandarê Îranê Qasim Suleymanî be.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê yê Partiya Komarparêz Jim Rich ji Şerq El-Ewsat re got ev rapor nîşan didin ku divê rêveberiya serok Jeo Biden dan û standinên bi Îranê re yên têkildarî peymana nukleerî bi dosyaya piştgirîdayîna Tehranê ji terorê re, girê bide. Her wiha teqez kir ku dê zextê li rêveberiyê bike da ku şertên hişktir li Îranê ferz bike.

Rich wiha got: “Ev ne cara yekê ye ku rapor digihêjin me ku Îran hewl dide rayedaran li paytexta Amerîkayê hedef bigire.”

 ‘HÊRSA LI DIJÎ BIRYARA VEKIŞÎNA TIRKIYÊ JI PEYMANA STENBOLÊ YA TÊKILDARÎ MAFÊN JINAN’

Rojnameya El-Ereb têkildarî mijarê wiha nivîsî: "Desthilata Tirkiyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan rastî şermezarkirin û rexneyên navneteweyî û herêmî hat ji ber biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê ya têkildarî mafên jinan. Ev yek miqdarê paşdexistina dosyaya mafên mirovan diyar dike, derî li pêşiya zêdetirîn parçebûna di nava civaka Tirkî de û qutkirina ji AKP`ê ji ber nakokiyên der barê siyaseta di vê dosyayê de, vedike.

Serokên Ewropayê ev yek rexne kir û got biryara dewleta Tirk ji vekişandina ji peymana navneteweyî ku parastina jinan ji tundiyê dike, metirsyan ava dike û bang li Erdogan kir ku vê yekê careke din di ber çavan re derbas bike.”