‘Hewcedariya şoreşê bi ciwanên mîna min heye’

Wensa Şawîş hevjîna wê Elî Dirêj yê di têkoşîna azadiyê de şehîd bûye, got “Hêza pêşeng a hemû civak û şoreşê şehîdên me ne. Gelên Ereb, Kurd, Tirk û Çerkez li ser felsefeya rêber Apo şer kir û şehîd bûn. Em bi saya têkoşîna şehîdên xwe gihaştin vê pêvajoyê.”

‘Hewcedariya şoreşê bi ciwanên mîna min heye’
28 adar, 2021   01:46
NAVENDA NÛÇEAYN - ZANA DENÎZ

Sala 1986’an piştî berxwedana gerîla ya ku Mahsûm Korkmaz li dijî sîstema leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê li çiyayê Gabarê yê Botanê da destpêkirin û şehadeta wî, PKK’ê 3’yemîn kongreya we wek îfadeya vê rastiyê, 28’ê Adarê roja şehadeta fermandarê gerîla, wek Roja Lehengiyê ya Neteweyî ya gelê Kurd îlan kir.

Malbatên şehîdan ên ku li Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn û kesên ku berê di nava xebatên milîsî de cih digirt, hestên xwe yên ji bo “Hefteya Lehengiyê” ji ANHA'yê re vegotin.

/kr/uploads/files/2021/03/27/202616_nemsa-sawis.webp

Wensa Şawîş hevala têkoşîn û jiyanê ya Ebdilrehman Şawîş (Elî Dirêj) e ku di sala 1993’yan de şehîd bûye. Wensa hestên xwe yên der barê Hefteya Lehengiyê de parve kirin.

Wensa Sawîş diyar kir ku şehîd Elî Dirêj di sala 1986’an de li zanîngehê tevgera PKK'ê nas kir û got: "Me wê demê tevgera azadiyê ya Kurd baş nas nedikir. Hevalê Elî li Şamê dixwend, li wir di nava xwendekaran de dixebitî. Havînê dema hat malê, ji min re çîrokek vegot. Got têkoşîna şoreşgerî dest pê kiriye, ev şoreş hemû gelan vedihewîne û Ereb, Kurd, xiristiyan, Çerkez û Tirk tev li vê têkoşînê bûne."

Wensa Sawîş got şehîd Elî di sala 1988’an de biryara xwe ya çûna çiyê daye û wiha axivî: “Hevalê Elî got şoreşê hewcedarî bi ciwanên wekî min heye. Divê em tevgerekê derxin holê û divê em vê yekê bi çekê bikin. Wê demê wêneyên Mazlûm Dogan, Egîd û Xeyrî ji me re anîn û dîroka berxwedanê ji me re vegot. Wî ji me re behsa Rojiya Mirinê, çalakiya ku hevalan bi sê zilikanpêk anîbû, vegot. Hevalê Elî her tim dixwest ez parçeyekî şoreşê bim. Wî ji min re digot bi awayekî çalak beşdarî xebatên civakî bibe.”

‘SÊ TIŞTÊN JI MIN RE GOTINE, HÊ DI BÎRA MIN DE NE’

Wensa Sawîş got: "Elî dema ku derket sê tişt gotin. Min wek birayê xwe bifikirin û li zarokên min xwedî derkevin. Eger ez şehîd bikevim, kes bi qasî te têkoşîna min nas nake, di nava gel de qala têkoşîna min bike. Tu ji mirovan re qala min bike. Sê zarokên min hene, her sêyan jî qet ji dibistana PKK'ê dernexe û ew ê bibin xwendekarên rêber Apo. Ev her sê tiştên ku wî gotine, qet ji bîra min dernakevin. "

Wênsa Şawîş got şehîd her tim pêşengên wan in û wiha dewam kir: "Ev pêvajoya ku bi şehadeta hevalên Mazlûm, Xeyrî û Kemalan dest pê kir, niha li Garê bi berxwedanê tê domandin. Ev hefte bi rastî jî destpêka hemû têkoşînan e û Hefteya Lehengiyê ji bo me gelekî girîng e. Hêza pêşeng a tevahiya civakê û şoreşê şehîdên me ne. Gelên Ereb, Kurd, Tirk û Çerkez bi xurtî li ser felsefeya rêber Apo şer kirin û şehîd bûn. Em bi saya têkoşîna şehîdên xwe gihaştin vê pêvajoyê. Vê têkoşînê em xistin vê pozîsyonê. Em xwedî îradeyeke xurt in. Em vê îradeyê ji şehîdên xwe digirin. Bi vê îradeyê em ê Rêbertiya xwe jî azad bikin.”

‘BI HEZARAN CIWANAN LI SER RÊYA FERMANDAR EGÎD BERÊ XWE DA ÇIYA’

/kr/uploads/files/2021/03/27/202643_bave-fener.webp

Mihemed Ebdulezîz Heso (Bavê Fener) birayê şehîd Dr. Kendal e û heta niha 3 xizmên xwe şehîd dane. Heso diyar kir ku ew ji sala 1982'yan ve di nava têkoşînê de ye û got: “Gelek ji wan tev li karwanê şehîdan bûn. Bi hezaran ciwanên ku li ser şopa fermandar Egîd in, bi şehadeta xwe re dîroka lehengiyê nivîsand. Hemû çiyayên Kurdistanê şahidiya têkoşîna şehîdan dikin. Keçên me yên ciwan ên wekî Zekiya, Ronahî, Bêrîvan û Rahşan agir bi bedena xwe xist û Newroz pîroz kir. Artêşa ku Egîd bi lehengiya xwe ava kiriye, li ser şopa wî dewam dike.”

Mihemed Ebdulezîz Heso ji gelek şanoyan re pexşan nivîsandine û di heman demê de di Yekitiya Rewşenbîran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî xebatên xwe didomîne. Heso beriya der barê Hefteya Lehengiyê de helbestek jî xwend û berdewam kir:  "Ez tu carî guleya yekem ji bîr nakim. Bi pêşengiya Egîd bandora vê guleyê li tevahiya Kurdistanê belav bû û bi hezaran keç û zarokên me yên ciwan berê xwe da çiyê. Hefteya Lehengiyê ji bo me gelekî girîng e, me li vê xakê bi deh hezaran şehîd dan. Banga me li hemû gelan ew e ku her kes qehremaniya ku Egîd di wê destanê de daniye holê, hembêz bike. Di çarçoveya van lehengiyan de divê em tavilê yekitiya Kurdan misoger bikin. Divê em dîrokê gelekî baş bixwînin û li ser şopa şehîdên xwe bin. Gelê me tiyê azadiyê ye û divê em ji bo vê yekê têkoşîna xwe bidomînin."

/kr/uploads/files/2021/03/27/202703_isad-yakup.webp

Îsad Yaqûb jî bi saya bavê xwe PKK'ê di sala 1983'yan de nas dike û bi salan li Dêrikê xebatên mîlîtaniyê dimeşîne û her wiha şahidiya şehadeta gelek hevalên xwe dike. Yaqûb serpêhatiyên xwe yên wê demê bi van gotinan vedibêje: "Wê demê tevgerê hê nû li Rojava dest pê dikir. Di wan rojan de li herêmê tenê sê heval dixebitîn. Yek ji wan hevalan Mihyedîn bû û bi saya wî me PKK nas kir. Em ji zarokatiyê ve bi vê tevgerê re mezin bûn. Bi naskirina me ya tevgera PKK'ê re gelek endamên malbatê tev li nava refên tevgera azadiyê bûn. Wê demê me xebatên mîlîtanî dimeşandin. Me gelek hevalên wekî şehîd Îsmaîl û şehîd Zinar nas kirin. Me wek milîs gelek kar li Dêrik û gundên wî dikirin."

Yaqûb got: "Tevgera PKK'ê piştî berxwedana Mazlûm Dogan, Hakî Karer, Kemal Pîr, heval Akîf û Alî Çîçek li zindana Amedê û piştî şehadeta wan, dest bi mezinbûnê kir. Her wiha di sala 1986'an de artêş bi guleya yekemîn a fermandar Egîd ava bû. Piştî artêşbûn bi fikir û têkoşînê hat avakirin, ciwanên ji Rojava tev li tevgera azadiyê bûn. Me tevî gelek hevalên ku şehîd bûne, xebat kir. Di sala 1987’an de me hevalên xwe dibirin Akademiya Mahsûm Korkmaz . Hevalên wekî şehîd Emîn Sofî û şehîd Faîk piştî ku perwerdeya xwe wergirt, li cihên xwe yên xebatê şehîd bûn. Tevgera PKK'ê li Rojava mezin bû, bi têkoşîna gel û rêya şehîdan.”

Îsad Yaqûp got Hefteya Lehengiyê ji bo gelê Kurd pêvajoyeke dîrokî ye û wiha lê zêde kir: "Me soza parastin û xwedîderketina li têkoşîna şehîdên xwe da. Di sala 1993'yan de birayê min Hesen Şawîş di şerê xiyanetê de şehîd bû. Li ber her şehîdekî me soz da ku em ê xurttir tê bikoşin. Tevî zextên rejîma Baasê jî vê berxwedan û têkoşînê dewam kir. Divê em her tim li têkoşîna şehîdên xwe xwedî derkevin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku rêya şehîdan rêya rast e û divê em bi berdewamkirina meşa xwe ya di wê rêyê de, tevgera xwe mezin bikin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/k2SFQs_uUkc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>