‘Dewleta Tirk xwest bi axaftina bi telefonê çalakiyan rawestîne’

Çalakgeran diyar kir ew ku axaftina kurt a telefonê ya bi rêber Abdullah Ocalan re qebûl nakin û got dewleta Tirk armanc dike ku bertekên ku roj bir j zêde dibin, asteng bike.

‘Dewleta Tirk xwest bi axaftina bi telefonê çalakiyan rawestîne’
27 adar, 2021   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Çalakiya konvedanê ku Kongreya Star li Qamişloyê daye destpêkirin, bi daxwaza diyarkirina rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan berdewam dike. Beşdaran got axaftina telefonê ya kurt a bi rêber Abdullah Ocalan re qebûl nakin û divê gel li ser pêyan be û çalakiyên xwe heta hevdîtineke rû bi rû berdewam bike.

Beşdarên çalakiya li Parka Arî ya Qamişloyê, axaftina telefonê ya 4 deqeyan a bi rêber Abdullah Ocalan re û tecrîda li ser wî, nirxandin.

‘EM JI BO RÊBERTÎ JI HER TIŞTÎ RE AMADE NE’

/kr/uploads/files/2021/03/27/202113_bedia-ramo.webp

Bedîa Ramo ku beşdarî çalakiyê bûe, got: "Em îro ji bo vegerandina azadiya fîzîkî ya rêber Apo û meşandina muzakereyan çalakiyan dikin. Em ji girtîbûnê, ji gefên Erdogan, ji tankan, ji topan natirsin. Em amade ne ji bo Rêbertiya xwe canê xwe feda bikin. Rêber Ocalan rêberê hemû mirovahiyê ye. Em îro di çalakiyê de ne, em ê li Rêbertiya xwe û li îradeya xwe xwedî derkevin. CPT tişta ku Erdogan dibêje, dike. Der barê Rêbertiya me de tu agahiyan nade me.”

'DIVÊ HEVDÎTIN RÛ BI RÛ BE'

/kr/uploads/files/2021/03/27/202127_muntah-mahmut.webp

Muntah Mehmûd ku ji Tirbespiyê beşdarî çalakiyê bûye, wha axivî: "Em beşdarî çalakiya kon a ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bûn. Wek xwendekarên rêber Ocalan û wek jin, em çalakiyên xwe didomînin. Divê rewşa Rêbertiya me zelal bibe. 22 sal e Rêbertiya me ji aliyê dewleta Tirk ve di nava tecrîdê de tê girtin. Armanc dikin ku bi rêya tecrîdê gel ji Rêbertî dûr bixin. Lê fikirên rêber Ocalan li tevahî cîhanê belav dibin.”

Muntah wiha dewam kir: "Bi vê hevdîtinê armanc kirin ku çalakiyên gel ên ku li her derê belav bûne, asteng bikin. Heta ku hevdîtineke rû bi rû pêk were û tecrîda bişikê, em ê çalakiyên xwe yên li qadan bidomînin.”

'EV AXAFTINA KURT TÊRÊ NAKE'

/kr/uploads/files/2021/03/27/202146_habib-hesen.webp

Habîb Hesen jî  got: "Ji ber ku ev demeke dirêj e em ji Rêbertiya xwe agahiyan wernagirin, em çalakiyan li dar dixin. Îro jî ji bo agahdarbûnaji rewşa tenduristiya rêber Ocalan û hevdîtina bi malbata wî re em çalakiya xwe li vir berdewam dikin Di çapemeniyê de hat ragihandin ku bi rêber Ocalan re hevdîtineke bi 3 deqeyan pêk hatiye. Ev hevdîtin kêm e. Hevdîtinên rû bi rû pêwîst in."

/kr/uploads/files/2021/03/27/202202_ofran-kewkep.webp

Xufran Kewkeb jî diyar kir ku ji bo protestokirina tecrîda girankirî tev li çalakiya kon bûye û got: “Em daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêbertiya xwe dikin. Ez difikirim ku di 3 deqeyên axaftina bi telefonê ya bi rêber Apo re tiştekî veşartî heye. Fikir û felsefeya rêber Apo dixwazin di nava tecrîdê de bê girtin. Ji ber ku wek gel em li bendê ne. Bi nîşandana îradeya me re divê gelên Kurd, Ereb û Asûrî, hemû di nava yekitiyê de azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me mîsoger bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XyPy_Og0vqI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>