'Ocalan nûnertiya biratiya gelan û jiyana hevbeş dike'

Endamê Meclisa Şêwirê ya Qebîleya Fedan Abulezîz Deham Ebû Ewed bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku erkên xwe yên li hember rêber Abdullah Ocalan bi cih bînin û got, ''Dewleta Tirk bi sûcên dermirovî yên li dijî birêz Ocalan tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike."

'Ocalan nûnertiya biratiya gelan û jiyana hevbeş dike'
28 adar, 2021   00:44
KOBANÊ-DICLE EHMED

Beriya du hefteyan dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê agahî li ser nebaşiya rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan belav kirin. Rêber Abdullah Ocalan ji 1999’an ve di girtîgeha gireva Îmraliyê de girtiye ye.

Li hemberî vê yekê Kurd û dostên wê yên li cîhanê herikîn qadan û siyasetên dermirovî ku dewleta Tirk a dagirekr di gel bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî de pêk tînin, şermezar kirin.

Piştî fişarên gel zêde bûn, desthilatên Tirkiyê di 25’ê Adarê de hişt ku birayê rêber Abdullah Ocalan, Mihmet Ocalan bi telefonê pê re biaxive. Hevdîtina bi telefonê 3 deqe bû ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qutkirin. Beriya wê di 27’ê Nîsana 2020’an de careke din ji bo naskirina rewşa tenduristî Mihmet Ocalan bi birayê xwe rêber Ocalan re axivî.

‛RÊBER ABDULLAH OCALAN NÛNERTIYA BIRATIYA GELAN Û JIYANA HEVBEŞ DIKE’

Têkildarî mijarê, endamê Meclisa Şêwirê ya Qebîleya Fedan, Abdulezîz Deham Ebû Ewed got: "Dewleta Tirk, rêber Abdullah Ocalan bi terorîst wesif dike. Ji lew re di girevê de girtiye û ji çend salan ve tecrîda li ser wî girantir kiriye. Lê bi rêya danûstandina me bi gelê Kurd û nêzîkbûna ji fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û şopandina xeta wî re, hat diyarkirin ku terorîst û sûcdarî rasteqîn dewleta Tirk bi xwe ye."

Ebû Ewed wiha domand: "Ji çend salan ve em li gel birayên xwe yên Kurd di yek xendekê de şerê terorê dikin û tenê li pêş me dewleta Tirk û çeteyên wê hene. Her wiha girtina kesayetekî min rêber Abdullah Ocalan ji gelê Kurd û yê ku nûnertiya biratiya gelan û jiyana hevbeş dike û azadiya li cîhanê belav dike, teror bi xwe ye."

‛TIRKIYÊ TEVAHÎ QANÛNAN BIN PÊ DIKE’

Girêdayî qanûnên dewleta Tirk ên taybet bi girtiyên di girtîgehên wê de, Abdulezîz Deham Ebû Ewed wiha axivî: "Dema dewleta Tirk kesekî li Tirkiyê digire û heta ku malbata girtî parêzerekî jê re erkdar nekin, dewleta Tirk bi xwe parêzerekî li gorî xwe jê re erkdar dike. Lê dewleta Tirk bi tecrîda li dijî rêbertî û redkirina daxwaza parêzeran a hevdîtinê û nediyarkirina rewşa wî tevahî qanûnan bin pê dike."

Ebû Ewed diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên berfireh ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û niha komployên navneteweyî li dijî gelên herêmê ji hêla hikumeta Şamê, Rûsya, Îran û dewleta Tirk ve yên dijberî fikireya Ocalan, pêk tên.

 

 

 

Endamê Meclisa Şêwirê ya Qebîleya Fedan Abdulezîz Deham Ebû Ewed bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku raporên eşkere û zelal li ser rewşa tenduristî ya Ocalan pêşkêş bikin.

Ebû Ewed diyar kir ku eşîra Enze ku ji Qebîleya Fedan li herêmê ye ji salan ve bi dil û can bi gelê Kurd re ne û çarenûsa wan yek e û tu ferq û cudahî di navbera wan de tune ye û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tevliheviyê çêdike û fikirên nerast belav dike. Bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan biratiya gelan û jiyana hevbeş li ser erdê heye."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y8O78kz-ZhY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>