Li Efrînê komên çete bi hev ketin

Li gelek deverên Efrînê ya dagirkirî di navbera çeteyên Feyleq El-Şam û çeteyên Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şerên giran rû dan.

Li Efrînê komên çete bi hev ketin
27 adar, 2021   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji herêmê dane, li gundên Basûtê, Birc Ebdalo yên girêdayî navçeya Şêrawayê û Keferzîtê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê şerekî dijwar di navbera çeteyên Feyleq El-Şamê û çeteyên Hemzat de rû da. Di şer de çekên giran sivik û navîn hatin birkanîn.

Li gorî agahiyên destpêkê, kuştî û birîndar her du aliyan çêbûne.

(fr)

ANHA