Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî welatiyek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Cîlikê yê Girê Spî bi ser mala welatiyekî de girt û bi tawana ku bi QSD’ê re kar dike, dîl girt.

Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî welatiyek revand
24 adar, 2021   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya serçeteyê bi navê Ebû Kînan di 18’ê Adarê de seat di 19:00’an de li gundê Cîlikê yê Girê Spî bi ser mala welatiyê Kurd ê bi navê  Mehmûd Ebdo El-Mihacir de girtiye.

Hate zanîn ku ku Ebdo El-Mihacir bi tawanbariya ku bi QSD’ê de re kar dike, hatiye dîlgirtin û çeteyan ew biriye navenda Girê Spî.

Her wiha heta niha tu agahî jê nehatine wergirtin.

ANHA